HDP û bijardeyên zor û dijwar


Qado Şêrîn
 
HDP ne partiyek xurû kurdî ye, partiyek pirneteweye, jixwe navê wê ji wir hatiye, êdî wê endamên wê yên ne kurd rê nedinê ta dawî ber bi kurdîbûnê ve biçe, jixwe di kampanya hilbijartinan de, me nedî serokê wê Selahedîn Demirtaş bi kurdî diaxive, hemû gotarên wî bi tirkî bûn.
HDP ji hemû partiyên cîhanî, bêtir dişibe partiya qomonist a Sûrî, serokê wê Xalid Begdaş bi eslê xwe kurd bû, endamên wê pirnetew bûn, gelek kurd bûn, lê ji bo gelê kurd hîç tiştek nedixwest.
Di bernameya HDP a hilbijartinan de, tiştek ji bo mafên gelê kurd tune bû, belê bernameya wê wek bernameya partiyek niştimanî bû, wek partiyek xurû tirkî bû. Lê dîsa ku bi devikî be jî, wek partiyek kurd tê dîtin, û dê di parleman de wek nûnera rewa û qanûnî ya gelê kurd be.
Êdî çima HDP bi serket, bi texmîna min, daku Ardogan û AKP bişkin, çimkî kîna xelkê bi her duyan re heye, siyaseta faşil a Ardogan û AKP di Kobanî de, helwesta hikûmeta AKP di rêxistinên misulman ên tundrew de, paşvexistina aboriya tirkî, teqîna Amedê, û xwedî li sozên xwe derneketin bûn egera serkeftina HDP. Jixwe ku bi serneketiba, tê texmîn kirin ku wê şer gurr biba û pirosesa aştiyê rawesta, xelk jî nema wê dixwazin.
Piştî serkeftina HDP, bi texmîna min du rêyên tahl û dijwar li pêşiyê hene, yan divê xwe wek partiyek kurd diyar bike, û eşkere û zelal doza mafên gelê kurd bike, wê wextê jî wê gelê kurd li her çar aliyên cîhanê li der û dora xwe bibîne, û eger rast e aliyê siyasî yê pkk ye, divê bang li pkk boyî danîna çekan bike, daku diyar bike ku rastgo û hevpara aştiyê ye, yan jî xwe wek partiyek Tirkî ji bo hemû Tirkiyeyê diyar bike, wê wextê dibe wek Mhp, Chp û partiyên din ên Tirkiyeyê.
Bi texmîna min, piştî serkeftina HDP, baştirîn bijarde li pêşiyê ew e, ku bi AKp re hikûmetê damezirîne, daku bibe danasîneke rewa û qanûnî ji gelê kurd re, wê wextê jî wê nekêmî partiyên din bibe hevpar û xwediyê dewletaTtirkî, nemaze piştî ewqase şer û tunekirina kurdan. Eger hat û bi AKp re hikûmet damezirand baştire, wê wextê wê hin mafan bi dest bixe, yana wê bibe dijber û jimarek di parlemento de.
Ji bo HDP piştrast bike ku bi aştiyê reye, û ji bo wek tê gotin ku aliyê siyasî yê Pkk ye, eger bi gotin be jî, divê doza bêçek kirina Qendîl bike, û rêyek rewa û qanûnî ji daketina Pkk boyî kolanên aştî û siyasetê bibîne. Bêşek wê şerê siyasî encamên baştir ji yê çekdarî bide. Eger hat û wiha nekir, wê nikaribe azad bifikire û tevbigere, û di biryarên xwe de jî wê ne azad be, wê wextê gerek girêdana xwe bi Qendîlê re bibire, çimkî li Qendîl ên mîna Cemîl Bayiq ku bi ser Îranê veye, wê nehêle HDP serbixwe û azad tevbigere, û wê nehêlin berrnameya xwe ya hilbijartinan pêk bîne, û ku pêk neanî, bila hilbijartinên bên ji bîra bike. HDP eger bixwaze dikare bibe dengê kurdên bakur, encamên ku hilbijartinan dan, şerê 35 salan nedaye, êdî wext û serdema siyasetê ye.
Wate, eger bi Akp re hikûmetê damezirîne, divê êdî şerê pkk bike, wexta ku pkk ji Qendîlê danekeve, û ku hevpariyê di hikûmetê de neke, bila ji bîra bike ku wê daxwazên xelkê pêk bîne, nemaze yên kurdan, wê wek berê bimîne nameyan di navbera Imralî û Qendîlê de bibe û bîne.
Serkeftina HDP barek giran û berpirsyariyek mezin e, êdî berdewamî di serkeftinan de pêwiste, û ji bo tu karibî berdewam bike, divê daxwazên xelkê pêk bîne.
Li dawî, eger HDP karibe destûna bingehîn a Tirkiyeyê biguherîne û mafên gelê kurd têde bi cih bike, wê wextê wê bibe partiya hemû kurdan. Û ku karibe pkk bêçek bike û ji Qendîlê daxîne kolanên siyasetê, wê piştrast bike ku aştiyê dixwaze. Eger herdu kar pêk anî wê ji bo guhertina Tirkiyeyê û çar salên tên bes be.
11/06/2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…