Dewleta Turkiyê Destdirêjiya hunera kurdî jî dike!!

Di roja duşemê 12/3/2007 di mehrecana filmên Îmarat li mîrgehên Ereb yên yekbûyî, li bajarê Abudhabî, demjimar 22.15 bi katê bajêr, gerek bû filmê Davîd yê Derhênerê Kurd Mano Xelîl li gor pirogramê fistîvalê bête pêşkêşkirin….
Di dema ko derhênerê kurd amade bû û piraniya ravenda kurdî li dewletê, komîta berpirsiyar kaxetek lêbûrînê dide destê Mano û dibêje bibûrîne ev filim li gor agehdariyên desteya bilind em nikarin ewî pêşkêş bikin, ji sedemêm ko balyozxana dewleta turkiyê gilî kiriye û bi behana ko piştgiriya evî  filimî a diravî ji (rêxistineke tirorist) bûye..!!
Ji aliyê xwe ve birêz Mano ji hemû kesên ko amade bûne lêbûrîna xwe xwest û daxuyaniyek sebaretî evê bûyera kirêt ko dewleta turkiyê kir da, mixabin ko ev dewleta faşist dixwaze têkeve yekitiya ewropa û li dijî nerîn û mafê merovan di jiyanê de ne..

Ev beyannama derhênerê kurd Mano Xelîl e..
Beyan name!

Wek ku tê zanîn ev roj, duşem, 12.3.2007 seat 22 ê êvarî diva ku filmê Mano Khalil ku bi navê „Davîdê Tolhildan“,  ku bi rengekî fermî başdirî  festîvala filmên Emîrat a erebî bubu, hatiba weşandin.
Lê îro sibehê dîrektorê festivalê Berêz Masoud Imrali Al Ali nuçak ji wezareta derve a Emîrata erebî girt, ku têde hatiye nivîsandin ku Filmê „Davîdê Tolhîdan“ dive NE ye şanidan, ji ber ku HukumetaTurkî bi rengekî fermi ji hukumeta Emîrat daxwaz kiriye ku film neyê şanî dan.
Ji bo ev mesele nebe kriîzak mezin, de navbera Emîrat û Tirkî de, qerar hate danîn ku Film işev neye şanid dan.
Tê zanîn ku îşev êvarî bi dehan kurd u ji mileten din haziriya xwe kiribun ku film temaşe bikin.
Her ku ez weke dehinêrê film, halê hukumeta emiratê fehm dikim, lê ev daxwaziya qedexekirina pêşkêşkirina şanidana film ji aliye hukumeta Tirk ve şanî dide, ku Tirk û faşiya Tirka tucari fikra azad, huner, dîalog û nerîna cuda tehmul nake û ne jî qebul dike.
Ev tê xwiyanî kirin, her kare tirka ye tene buye dengê hunermendên kurd û miletê kurd jî bifetisîne.
Weke ku te zanin filme »Davide Tolhildan« ji aliye Televizîona Swîsrî û wezareta rewşenbîrî a Swîsrî hatiye finans kirin, û li Swîsra û Europa li gelek cihan hete û her tê şanî dan u eleqedarek mezin dibine.
Mixabin em bi dilekê xemgînî dibêjin ku li festîvala filman a Emîrata erebî, Tirkî û faşiya tirkan bi serket !!!
Lê bera Tirkiya xweş zanibe, ev ji mere dibe qewet ku em her û her bi reka sivil u sivilizasion wehseta we sani bidin. U bere xwes bizanibin ku Kurdistan we azad bibe eger Tirk herin Ezmanan jî.
Ev dem dema Ezadiya fikir û ramanê ye, ne azadiya Faşîzm û diktatorizme ye !!!
Erê film nehate şanî dan, le bi sedan heval u dosten milete kurd solidaritiya xwe u pistgiriya xwe bi film u bi regisor re danin.

Mano Khalil
Derhinêrê Filmê Davîdê Tolhîldan“
Abu Dhabi, seat 22.00 Roja 12.3.2007 

Ravenda kurdî piştgirya Mano dike:

Ravenda kurdî li mîrgehên Erebî yên yekbûyî piştgiriya derhênerê hêja Mano Xelîl kir û ji aliyê ravendê û dezgeha Semakurd ve tê xelatkirin, birêz Mano gotinek kurt di derbarê evê buyerê de da û sipasiya ravenda kurdî kir…

 

Mano Xelîl

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….