Dîtina me li ser serkeftina HDP

Di serî de, em serkeftina gelê xwe, di her parçeyekî Kurdistanê de, pîroz dikin û wekî serkeftina teviya neteweya Kurd dinirxînin. Lê wekî hêzeke ramiyarî, em mafê xwe di dîtina xwe ya azad de ji dest nadin.
Baş bû, ku partiya Erdogan AKP xewna standina piraniya dengan bi tenê xwe ji dest da, da ku serdestiya an „hegemonya“ wê û piştgîriya wê ya veşartî ji bo Apociyan, ji niha ve, jar an „qels“ dibe.
Di vê yekê guman tun ye, ku HDP projeyeke dewletê ye, da gelê Kurd ber bi Tirkbûnê ve bibe. Û ew îro bi serket, ji ber ku gelê Kurd li bakurê Kurdistanê, ta niha jî, raza ye û gora xwe bi destên  xwe dikole!

Selahattîn Demirtaş ê nenas, dewleta veçartî ew pêdakiriye û dewlet wî dide peş (li şûna Öcalan!!!), Öcalan bixwaze jî (bê guman dixwaze) lê nikane wî biguhêre. Lê hene li gor tevdana Öcalan nabe kesek ewqas bibe navdar „populer“, xasma di nav rêhevalê wî de. Her jî ber vê yekê, wê nakokiyên navxweyî di nav refê Apociyan de çêbibin.
Tirkiye ber bi tevliheviyekê „kaosekî“ ji heralî ve diçe. Ew tevlihevî dê parçebûnan di partiya Erdoganî de bîne holê.
Wê millet birçî û bêkar „eware“ bimîne. Hîngê sed milletwekîlên HDP jî hebin, ji wan astengiyan re nabin çareserî.
Ev tevliheviya „kaosa“ ku Tirkiye bikeviyê, ji bo wan, yên hembervaniya „mixalefeta“ pêşberî Apociyan, Kemalîstan, Olperestan dikin, baş e, ji ber ku di wê tevliheviyê de, wê hêza tevayî „qeweta mutlak“ ya Apociyan li ser pişta gelê me bişke. Ji her curre mirovan, rêxistin, heya Mafya sererd û binerd, dê bixwazin ew ji bibin hevparên „şirîkên“ va mutlakbûna Apociyan. Û ji vê jî, Apocî wê deselatiya xwe winda bikin.
Van salên ku li Tirkiye aramî hebûye, wê aramiyê bes alikariya Apociyan kiriye, ku ew xwe rêxistinî bikin û bibin xwedî hêz, ji bidestxistina şaredariyan ta ya niha miletwekîltiyan. Apocî di tevliheviyê de, wê nikanibin peş de herin.
AKP dibêje HDPê: Herin bi Kemalîstan (CHP) û Faşistan (MHP) re hevbendiyê „koalîsyonê“ li dar xînin. Ew dibêjin: Madem hûn dibêjin hûn serketiyên hilbijartinê ne, fermo herin bi hev re deselatê „hikumetê“ ava bikin. Ango partiya Erdogan lingê HDP têxe sola teng de.
Li gor bawriya me:
Divê mirov pesn û rêklama vê serketina Apociyan neke. Divê mirov bi vekirî bibêje: HDP Kurdan ber bi Tirkiyebûnê ve dibe û divê vê metirsiyê „xeterê“ ji gelê xwe re, û ji cîhanê re, bide xuyakirin. Yan em bi serketina wan şad nebin. Tersê wê yekê, em xemgîn bibin, ji ber ku ew metirsiye bo pişaftina „asimilasyona“ kurdan e. Wê di rojên ne dûr de, ev rastî „heqîqet“ were xuyakirin.
 Bila em di rojên bên de li benda van bûyeran bin:
1 – Öcalan wê bi awayekî dilnevîn û nerazîbûna xwe li pêşberî Selahattînê xwe bide xuyakirin, tevî ku HDP wê berdana wî bixwaze, ji zinadana, ku ew tê de hatiye paristin, wekî bihayekî bo pejirandina HDP ji Deselatdariyeke nû re. Öcalan dizane ku gava ew derkeve, wê hîç hukariya wî siyasî li ser bûyeran nemîne, wê ev koçber li ser axaz û dilxweşiya Tirkan, ya Selahttînê Öcalanî be.
2 – Parçebûnek ji ber mijara kurdî di nava AKPê de pêda bibe, an jî AKP wê bi neyarên xwe yên kevin re li hev bê, wekî CHP û MHP.
3 – Deselatek „hikumetek“ bi aliyekî ve HDP piştergîr an di nav de, wê bê avakirin, hema eve wê axazên gelê me bi cîh neyîne, û tenha PKK ji tengiya wê ya siyasî-leşkerî piçekî azadtir bike.
4 – Yasnakirina „zagonkirina“ Grîllayên Apociyan li Kurdistanê (wek hêzeke polîsan) an (Koy Qorociyan), da gelê Kurd bidin bin darê zorê, weku Asayîşa PYD li Rojavayê Kurdistanê kar dike û gel ji ber wê direve derveyî welêt.
5 – Wê tevgera niştimanî Kurdistanî, ku bo gelê Kurd azadiyê û serxwebûnê, an jî Federaliyê an Autonomiyê dixwaze, li teviya Kurdistanê, wekî hêzeke dij bi biratiya gelan, dij bi Demokratiyê û dij bi pêşveçûnê, bite xuyakirin… û hêrişkirin.
0806.2015
Encumena Niştimanî Kurdistanî-Sûriye

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…