Kurdên Libnanê û Libnan û Beyrût

Konê Reş

 Ji bo standina Vîza bûka xwe û şandina wê Elmanya, divîbû ez pêre herim Libnanê, bajarê Beyrûtê, Qunsilxaneya Elmanî. Û wiha min ev çend rojên xwe li Beyrûtê derbas kirin (18-23 gulana 2015an).
  Piştî ku çûm û min karê xwe qedand, min xwest di rojên xwe yên Beyrûtê de bidim ser şopa kurdên Libnanê û wan ji nêzîk ve bibînim û her wiha jî, li seyrangehên wê bigerim.. Û wiha di wan rojan de ez li gelek cihan geriyam wek; Rewşê, Eynmirêsê, kolana Hemra, Eşrefiyê, Burc Hemûd, Rabiye, Sebra, Şatîla, Fenar, Berbîr, Por..

   Libnan; hêlîna hejar û belengazên Rojhilata Navîn e.. Warê penaber û azadîxwaza ye.. Dilê dîplomat û dek û dolabên gelek dewletên dinyayê ye.. Siwêsra miletên ereba ye.. Beyrût; pirreke mezin û qûnaxeke giring e di navbera Rojhilat û Rojava de.. Beyrût Libnane û Libnan Beyrût e..
  Erê, Libnan Beyrût e û Beyrût Libnan e. Libnan dewletek herî biçûk e ji dewletên Rojhilata Navîn, paytezta wê Beyrûte. Mirov dikare bibêje ku Libnan Beyrût e û Beyrût Libnan e. Libnan, bi erdnîgariya xaka xwe, bi piranî çiya ye, kêm deşt e û bi hejmara xelkên xwe ku sê ribên xelkên wê, anku dor 10 melyonan ji xelkên wê, li dervî Libnanê jiyana xwe derbas dikin û bi tenê dor 4 melyonan têde dijîn. Ew çar melyon jî, ji 18 nijad û tayîfeyan pêk tê; Maronî, Siryanî, Ermenî, Aşûrî, Durzî, Erebê Sinî, Erebên Şîa, Elewî û Kurd.. Li gor sîstema dewleta Libnanî, divê serokkomar Mesîhî (Maronî) be, serokê perlemento Şîa be û serokê wezîran Sinî be. 
Libnan dewletek torîstî ye, li ser derya Spî ye, bi çiya û şînahî ye. Her sal dor du hezar torîst serdana wê dikin û her weha mirov li Libnanê pêrgî gelek kesên biyanî dibe, ewên ku têne serdana wê û lê kar dikin wek; Sirîlenkiyan, Hebeşiyan, Filîpîniyan û Ewropiyan. Libnan wek nîv dewleteke Ewropî ye.
Kurdên Libnanê:
  Sebaretî kurdên Libnanê, dikarim bibêjim ku, ji destpêka çerxê 20an û virde sê pêlên penaberên Kurdan, ji Kurdistana bakur û Rojava xwe li Libnanê girtine; pêla pêşî di sala 1925an de bû, piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd Efendî li Amedê, hingê pir kesên kurd koçberî Libnanê bûn û niha piraniya wan bûne wek Libnaniyan, û gelek ji wan bi zimanê erebî xeber didin. Pêla din, piştî derbeya Kanan Everîn di êlûna 1980î de bû, wê hingê jî gelek ji kurdên me koçberî Libnan û Beyrûtê bûn û hin ji wan têre derbasî Ewropa bûn.
  Û pêla sisiyan ji sala 2004an dest pê kiriye û bi rengekî xurt ji berî çar salan ve dest pê kiriye, ew jî ji encamên şoreşa ku di Sûriyê de li dare. Di vê pêla sisyan de, gelek ji kurdên Rojava koçberî Libnan û Beyrûtê bûne û ji tev herêmên Rojava ne wek; Efrîn, Kobanî û Cizîrê û wiha Libnan bûye xweş hêlîn ji Kurdan re.
  Dawî, dikarim bibêjim ku roja îro dor melyon û nîvek penaber li Libnanê dijîn digel penaberên kurdên Sûriyê. Piraniya penaberên kurd li Libnanê, yên pêlên pêşî ku di salên 1930 û 1940î de hatine Libnanê, bêtir bi zimanê erebî bi hev re xeber didin. Bi çand û civaka Libnanî re bûne yek, bi tenê kalemêr û pîrejin bi zimanê Kurdî xeber didin. Hin ji wan bi Libnaniyan û Filîstinyan re zewicî ne û gelekan ji wan nasnameya Libnanî wergirtine û gelek jî hêj li hêviya wergirtina nasnameyê ne û pir ji wan jî derketine Ewropa.

 

Qamişlo, 25.05.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...