Dîyarî bo pakrewanên 12 ê adarê… Nemirên bendewar

Elî Cefer

Ji pelên darên payîze de bigir ta buharên qurçifandî
Ji ba û bahozên welatên sar de bigir  ta bi sarbûna xwîna kujerên we
Ji germahîya dilê we ta bi germahîya rojên havîna Qmislokê
Ji toz û ecaca çarşîyên Amûdê ta bi talîzok û babelîskên Serêkanî û Dirbêsîyê
Ji celb û gereka zivistana Kobanîyê ta bi cihokên Efrîn û Şêx meqsûd û Eşrefîyê
Ji 12 ê adarê û ta roja îro win bendewarin
Gelo win bendewarên çine ?
Qey win dibêjin:
em li benda heyfa xwene, em li benda tolhildana xwene.
Têr razên nemirên hêja , em ne ên ku dê heyfa we vegerinîn, em ne ên ku dê tola we hil bidin
Em jî wek we razayîne.
Win nemirin, lê em mirîne
Eger win bi vê bersîva me jî ne razîbin
Em dibêjin: me nikaribû barê we hilgirin
Em li benda wene ku careke din win şiyar bibin û heyfa xwe hilînin
Careke din û win , ne em, kanibin tola xwe ji kujerên xwe hilbidin.
Selîm Kebûl *
Ey Selîmê Kebûl
Tu xweş raze û nekev nav tirs û fikaran
Tu xweş raze û xeman nexwe
Xewnên xwînsar qet nebîne
Yên ku ji tere dibêjin tu xwînîyê, ew derewçînin
Ma tu bawerî ku em xwedî xwînin
Xwîna me jî wek ya te sare
Bi sarî te kulîlkên me qurçifandin
Bi sarî jî em, û bi bêhneke fereh li dû tene
Dibe, dibe ku tu bimirî û xwîna me jî hîn germ nebe
Xema nexwe, tu xwîn sarî û em xwîn sarin
Lê, lê te ya xwe kir û me ya xwe hîn nekirîye

Dêrîyên Seddamî **

Ne emin yên ku sînorên ereban derbas kirî
Ne emin yên ku namûsa ereban binpê krî
Ne emin yên ku filestîn perçe kirî
Ne emin yên ku Til Zeter bombe kirî
Ne emin yên ku Şet El Ereb firotî
Ne emin yên ku xwe li ser Colan ker kirî
Ne emin yên ku 23 ê dewelet çêkirî
Ne emin yên ku Hesen û Hisên serjêkirî
Ne emin yên ku 40 salî şerek ji bo devakî kirî

Em ji we ne çêtirin, lê em ne wek jî kujerin
Qey babelîsk û talîzoka firokên Emrîkî bûn sedem ku we rê şaşkirî
Ma we berê xwe dabû Qudsa Cihûyan, lê Qamişloka binpêkirî!

De were biner li vî derdî

Li ser xaka xwe, ne xwedî xak bî
Di mala xwe de, ne xwedî mal bî
Li bajarê xwe, ne serdest bî        
Xwedî ziman bî, û pê neaxifî
Nikaribî Eyşana Elî û zîna delal bi lorînî
Li ber dahol û zirna xwe, nikaribî xwe bihejînî
Di nav genim û cehê xwe de, zik birçîbî
Li ser gola petrolê bî , lê bê makîne û erebe bî
Di hundir mala xwe de dev girtîbî
Wêneye dijminên xwe di kolanên xwe de bilind bibînî û bi darê zorê jêre bikî zilxit û bilîlînî.
Gava pêdivîyên bo welat, divê tu amedebî, lê gava mafxwestinê, xayîn û ji derve hati bî
Li leşgerîyê divê tu li pêş (li Libnanê, ne li Colanê) dijminan amede bî, li sivilîyê û jiyanê divê li paş hemyan bî
Bêyî dizîn û dizekvan bî
Bêyî kuştin û tawanbar bî

Kulîlkên nemir

Xwezîya min bi dilê webe
We ya xwe kir, lê xak bi serê mebe
We li singê xwe xist û win mêr derketin
Piştî win çûn em ji dest û piyan ketin
Yan tawanbarin yan bê hestin
Yan di zindanan de ne  yan ne serbestin

Dayikên Kulîlkan

Mafê weye win ji me dil tijîbin
Di mala wede ne buhare û ne şahîye û yên wek me jî qet haj me jê nîye

We kulîlkên xwe wenda kirin
Rojek didu me jî ew û win ji bîr kirin
Salê carekê ji bo fedîyan em dên ji bo xatirê we bi du gotinan rabigirin
Bibûrinin ji ber hinek nikarin van du gotinan jî li ber derîyê mala we birijînin.
11.03.2007
* Di dema serhildanê de parêzerê parêzgeha Hesekê bû.
** Dêrî, niştecihên bajarê Dêra Zorê ne, parêzgeheke Sûrîye, bajarê grûpa fûtbolê ya El Fitûwe, yên ku alîgirên wê di hundir Qamislokê de silogan li dijî kurdan avêtin.
Têbînî : ev bexşan hate xwendin di salvegera sêyemîn ya 12 ê adarê ya ku ji alîyê El Partî û Yekîtîya Demukrat ve li bajarê Arnhêm hate li darxistin .             

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…