Mihrecana Çîroka Kurdî ya Diwemîn 6-6-2015-an Li bajarê Qamişlo

Bi boneya Roja  Çîroka Kurdî û di bin navê “Çîrok”ê de, ya çîroknivîs Fûad Temo, di roja 6-6-2015-an de, dibin serperiştiya Desteya Çandeyê ya kantona Cizîrê û bi hemahengiya saziyên çandeyê:
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya û
Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê,
Mihrecana diwemîn ya çîroka kurdî, li navenda Mihemed Şêxo, di roja 6-6-015 ta 12-6-2015-an de, li bajarê Qamişlo lidardikeve.

Em ji hemû nivîskar û wêjevanên xwe hêvî dikin, ku berhemên xwe bispêrin navenda Mihemed Şêxo, ji demjimêr 9-ê sibehê ta bi 7-ê êvarî, em li hêviya we ne.
Berhem “Çîrok ” tenê ta bi roja 25-5-2015-an wê bêne wergirtin.
Mercên wergirtina berheman:
-Bi zimanê Kurdî be.
-Nehatibe belavkirin.
-Ne pirtirî sê rûpelan be.
-Çîroknivîs bixwe dê çîroka xwe bixwîne.
Em spasdarê piştgiriya we ne. Em bi beşdariya we dilxweş in.
7-5-2015
Qamişlo
Ji bo nivîskarên dervî bajarê Qamişlo, dikarin li ser vê êmêlê rêkin:  
dilawerzengi@nefel.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…