DÎNO……!


Merwan Berekat

Dînoooo…!
Te ez jî…
       Dîn kirim
Na… na
Evînê…
     Serdana me kiriye.

Dînoooo…!
Eger hişyar bim
Yan jî…
Di xwe de bin
Ez bi xwe re dipeyivim
Ma rast ez jî
           Dîn bûme?
Na.. na
Ew derdê
      Evînê ye… evînê
Tu helbesta dil dixwînî
Min…
Zimanê çavên te
             Li ezber kiriye
Dînoooo….!
Perda sîngê min
Bi şev û roj
        Sema dike
Erê… erê
Dilê te     
Her di şevbuhêrka
       Xewnekê de ye
Min…
Ew di sozê
      Heyv..
         Û gelawêjê de xwend
Dîno….!
Di giyanê min de
         Awazek diherike
Û şahiyeke bêdeng
Li zimanê min
              Sîwar bûye
Rast e… rast
Ji zû de
Rewanê min
Awazek rêkiribû
Û dilê min
         Şahiyek ristibû.
Dînooooo….!
Li her berbangekê
Fîxana bilbiline ne diyar
Hestên min
        Hişyar dikin
Rast e… rast
Berî sê salan
Bilbilên hestên min
Koçberî gulistanekê bûn
A niha…
Dengên wan
        Guhên min payî dikin.
Dînoooo….!
Bi kenê sibehê re
       Çavên min tî dibin
Baş e..
Lê niha?
A niha..
Ewan çemekî têr dikin
Rast e..
Pêlên nêrînan
Kendalên hawarên dil
                 Gişt noq kirin.
Dînooo….!
Girûziyan…
     Solîn dîn kirin
Tajanên nêrgizan
     Teşiya aramê
                  Şikandin
Rast e… rast
A niha
Te ez dîîîîn
        Dîn kirim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...