REWANPAKÊN 12Ê AVDARÊ

ŞÊRKOH HOPO

Diramûsim wan destênte * * *  ligel wî kevrê cigerdar
Rewanpakê vê dozamin * * *  tu bûye rêber û serdar
Serhildanate rewanpak * * * hejande kevlê sitemkar

Şadkir dilê kurdperweran * * * li paytexta mey birîndar
Qamişloka evîname * * * şarê Cigerxwînê hesar
Ev rûdanek dîrokîye * * * berxwedana wesa pêdar
Jibo dozamey netewî * * * millet amade û hişyar
Lipê dozatene îro * * * b´te serbilind û payedar
Bi xwînaxwey ergewanî * * * te avdaye ev xak û war
Ji Amûdê ta Zorava * * * gel rabûne bi zav û kar
Xwînatey sor rewanpakêm * * * li jîname kirye buhar
Millet kirye yek hêz û dil * * * jibo dozê himber neyar
Li Efrîn û li Kûbanê * * * navêteye hêza jîndar
Berxwedane serhildane * * * lidij rêjîma sitemkar
Şovenîstê Selîm Kebûl * * * kuşt´na kurdan jixwer kir kar
Mizgîna cengê daye Şam * * * bê biryare hovê Beşar
Beşarê bê hiş û mejî * * * diktatorê nûjen, kevnar
Li şam bûye şêwirdarî * * * tirsîye rêjîma bêçar
Erebperestên şofînî * * * helestin dil bi kîn û jar
Faşistên rêjîma Baas * * * ligel wî Xedamê xwînwar
Ev Rêjîma kevneperist * * * bi ordî û bi çek û ar
Xwestin kurdan vebirînin * * * weke Hema bikin kuştar
Êrîş dane ser gelême * * * bi girtin û zindan û dar
Nizanin ev ne Hemaye * * * ev Qamişloya ronîdar
Şarê hebûn û jiyanê * * * jibo kurdên umîdewar
Miletê kurd vane rabûn * * * xwelya salan kir tarûmar
Dê serhildan berdewambin * * * çarenûsî bome nûjdar
Xort û keçên îro vane * * * bi zanistî bûne çekdar
Çekdarên zanîn û aştî * * * liher hêlêne xebatkar
Li dergehê cîhan dane * * * deng vedane herçar kenar
Cencewîdên Baas û Efleq * * * êdî nemaye bo we çar
Çûye dema terorawe * * * dadgeha gel vaye lidar
Tirs û sawa we ya salan * * * l´dîroka reş bûye nîgar
Rewanpakên doza kurdan * * * serîhildin nebin xembar
Miletê kurd li meydane * * * al hildane li gund û şar
Hildin doza serxwebûnê * * * cihê bibin em ji neyar
Serbixwe û azad bijîn * * * bijîn bi serok serdar
Kurdistaneke serbixwe * * * cîhan dê bibî ronîdar

Sherkoh-h@hotmail.com

Swêd/ Stokholm, 11.03.2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdilbaqî Elî

Di roja şemiya 8ê Mijdara 2025an de serokȇ demkȋ yȇ Sȗriya Ehmed EL-Şer’e bi seredaneke fermȋ gihiște paytexta Emerîkayê ȗ ji bal serokȇ wȋ welatȋ ve hate pȇșwazȋ kirin.

Serok Ehmed EL-Şer’e yȇ ku dibe yekem serokȇ sȗriya ku ji serxwebûna welat ve di sala 1946 de bi seredaneke…

Xurşîd Ilêwî

Ji bo F. Ebdê

Kekê min,

Min helbesta te xwend,

Û deriyekî ji heriyê di sînga min de vebû,

Û gundê te bi lingên xwe yên tazî derket derve,

Siyên kesên ku çûne li pey xwe dikişandin,

Û berîkek nedîtin ku şirîniya xwe…

Gelî zarok / ciwanên delal û hêja, em wek weşanxane bi nivîskarê xwe ve, sersala we û malbata we, bi dil û can pîroz dikin!..

Xwendevanên delal û hêja, ji xwe hûn zanin ku romana dîrokî, ya bi navê Para Şêr derketîye. Niha li hemî pirtûkxane û li ser platformên înternetê ye:

<p...

Dr.Phil:Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara sêhem de em tenê kanin sê gotaran bixwînin;1-(Şoreşa Kurd û daxwaza awtonomî bo Kurdistana nîvro(Îrqa),Soro,2-(Kurdistan û serxwebûn3-Kronolojiya nivîskarên Kurd li Kurdistana Bakur) Hemreş Reşo.

Herwisa jî di vir de (9)helbest hatine weşandin;1-(Rojî reşî şeşî Eylû) Kemal Fuad,2-(helbestek bê navnîşan)Hejar,3-(Sewaş ji Xwedê re. 4-Xwrok.5 -Axa welat) Hemreş Reşo.

<p...