Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û Pîroznameya Cegerxwîn di 63 Saliya Weşana

Konê Reş
 
Bi helkeftina ku di roja (3)ê gulana 2015an de, 63 salan de di ser weşan û belavkirina rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe, bi min xweş e ku ez vê rojnameyê bi xwendevanan bidim naskirin.
 Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan – Beyrût bû. Ev rojname berî 63 salan, di roja (3)ê gulana 1943an de li Beyrûtê hatiye weşandin, 73 hejmar jê hatine çapkirin, hejmara dawî (73), di 27ê gulana 1946an de hatiye çap û belavkirin.

Di hejmara pêşî, rûpelê pêşî, gotina pêşî de, gotarek bi navê (Merhele) bi pênûsa Mîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan, hatiye nivîsandin û têde wiha gotîye:
(Di jiyana miletan de, merheleyin hene, û milletê Ko bixwaze bigihe tekûzî û medenîyetê û wan li xwe bike jêra divêt, bide riya wan merheleyan û bi wan re derbas bibe. Belê daxwaz ev e, lê tiştê hazir û mewcûd bi awakî dine û (Silav li sifra hazire). Berî 300 salî Ehmedê Xanî nav di milletê xwe de dida û digot :
Enwa´î milet xudan kitêbin
Kurmanc bi tenê dibê Hesêbin
Herçî Evdilqadirê Koyî di pey Xanî re û berî 50- 60 salî, gava temaşa dinyayê dikir û didît ko her tiştên dinyayê guhêrîne, û ji xwendinê re awayîne nû çêbûne û bi tenê bi xwendina medresan, berê Kurdan naçe serî, dinalî û digot:
Le dewrî ême roman û cerîde
Eger çî meqsede zimanî bawe
Belê Xanî digot (Bixwînin), Koyî li gora wextê Xwe, bi ser ve zêde dikir û digot: (Bi awayê nû bixwînin). Lê me nexwend, gelo çire? Ji ber ko mezin û bîrewerên Kurdan, menfîetên xwe ên şexsî, di ser menfîeta millet re girtine, ev miletê belengaz wek kerîkî pez, dane ber xwe, ew dotine..)
Belê ev gotina Mîr Celadet Bedirxan e, wî bi mebesta derçûna rojnameya (Roja Nû), bi navê (Merhele) nivîsandiye.. Roja îro em geş û çakbînin ku va merheleyeke dîrokî û nû li ber me Kurdan vedibe.. Va berê serok Masûd Barzanî li Amerîka ye, Xwedê wî biwefiqîne û bi serketin li me vegerîne… Ez jî bi hêvî me ku, em yek dest bin, yek gotin bin û yek dil bin û li gor merheleyê Kurdistana xwe ava bikin..
Em ê vegerin ser rojnameya (Roja Nû), eva ku me got; rojnameyeke hefteyî bû, belê cihê daxê ye ku ev rojname ji ber rewşa aborî û ciyopolotîkî, hejmarên wê, li ser hev nehatine çapkirin.
Ev rojname ji hejmara (1-12) her heftî bi dûv hev de roja duşembê dihat weşandin, hejmara 14an piştî wan bi 15 hatîye weşandin. Ji hejmara (14-23)an, dîsa her heftî di roja duşembê de hatîye weşandin, hejmara 24 an piştî 15 rojan hatîye weşandin.
Û wiha carna 15 rojî û carna hefteyî hatîye weşandin.. Hem jî carna hejmarek bi Kurdî û carana yek bi Fransîzî û carna jî her dû ziman bi hev re hembêz dikirin û dihat weşandin.
Roja Nû bi zimanê Kurdî û Firansîzî dihat weşandin, ji 4 rûpelan pêk dihat 3 ê rûpel bi Kurdî bûn û yek bi Firansîzî bû, ji hejmara 49 an û pêve hejmarek bi Kurdî û yek bi Firansîzî hatiye weşandin.
Tevî ku (Roja Nû) rojnameyeke siyasî bû, belê gelekî guh daye filoklor û çanda Kurdî, mirov dikare navê hin nîvîskarên wê yên beşê Kurdî diyar bike ji bilî navê xwedîyê wê Dr. Kamîran Alî Bedirxan, ew jî ev bûn: Mîr Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî Can, Ehmed Namî, Mistefa Ehmed Botî..
Fermo pîroznameya Seydayê Cegerxwîn, ji Mîr Kamîran Bedirxan re bixînim:
 ((Mîrê mezinê mêran, xortê xurt zanayê Kurd Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan
Hevalo! Di van rojan de Roja Nû, weke rojeke geş, tav û tîrêjên wê dane dîwarê me jî yê xortan. Çirûsk û ronahiya wê, leylana paşketin û bêhêviyê, ji ser dilê ciwanên kurdan hildane. Kela jiyana welêt ji kela mirinê gîhande delavê serbestiyê. Bûka xweşxwan û nivîsaran xemiland bi qumaşê evîn û zanistiyê. Pira nejadperestî bi topên baweriyê daweziran û di tangê dilxwşiyê de afirand. Ji wî riya wa a dûr bi hezaran kîlomêtir şose kir û derê bajarê armanca me, li me vekir. Xwedê te û roja te bi rûkî spî û jineke dirêj ji kurdan re bihêle. Ji ber xortan ve, roja te pîroz be.
CEGERXWÎN)) 
Ev pîrozname di rojnameya Roja Nû, hejmara 10, roja 5ê tîrmehê sala 1043an de hatiye weşandin.

Konê Reş, Qamişlo, 03.05.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…