Feqî yê Tîran.. Jiyan û helbest û helbestvanî.. Xelek 13 (2/2) .. welatperwerî

Heyder Omer
 

 Di beşê pêşî yê vê xelekê de em weha ûbûn, ku Feqî yê Tîran xwediyê nerîna biratiya gelan, bû.

Xişm û bêtarên, ku bi ser miletan de tên, tekekesan li gel welat û gelên wan zor dibestînin[1]. Vê lomê ew guhertina ramana welatperwerî ya Feqî yê Tîran encama logîk bû, ji ber xişm û bêtarên, ku bi ser  gelê wî de hatibûn, peyda bûbû, û bûbû sedem, ku ew li gel welatê xwe were bestandin, û evîna welêt, di navbera diyarkirina surûşta wî re diberbirîne, carê bi axaftina li gel emên welêt, ku pirê caran ew li ba delavên Dicleyê radiweste, û jidil û can bi germî pê re daxife:

Bê rahet û bê sekne î.
Yan aşiqê Baxwey xwe î.
Yan şubhetî qelbê me î.
Ji işqa kê natebit î?
Ji işqa kê her tê û tê?.
Heta kengî her bê û bê?.
Bo min bêje heyranê kê yî?
Da ez bizanim qissetê[2].
Û carê jî bi rengdêrkirina surûşta Miksê; şûnwarê jidayikbûnê, hinek dîmenê wê raberî me dike, wek vî wêneyê, ku tepelên iyan tê de bi gulan xemilî ne:
Mikis xweş wetan.
Xemla gula piltan.
Bihar havîn li te zozan.
iyayê bilind methê wan[3].
Helbestvanê, ku ciwaniya welêt direngîne, û dîmenên surûşta wî raberî xwendevanan dike, hesta ciwanî û evîna welêt di derûnan de gumreh dike, ev hesta jî naziktirîn û li ser derûnan hêzdartirîn hest e. Rexnegirên, ku dibêjin welatperweriya helbestvanên surûştê û ciwaniyê, ji ya helbestvan û nivisevanên coşê  ne kêmtir e, rast ûne. Ji ber ku helbestvanên surûştê, bi riya hurhutandina hesta wijdanî û giyanî derûnan, bi ageha serbilindiya welatperweriyê,  perwerde dikin.
Di kêlîk û katên şînê û dijwariyan de, helbestvan pê hay dibe, ku divê berê xwe yekser ber bi derûnan de bide, wan ji kûrahiya dilan de bihejîne, da toz û kulxana xwûnsariyê ji ser wan bide alîkî, û wan li hember rûbirûtiya metirsiyan hêzdar bike. Di demên wusa de tenê hurhutandina derûnan û serkêşî sûdar in. Vê lomê helbestvanê me şûna xwe di refên pêşî de distîne:
Ezê qelem û defterê xwe daynim.
Ezê tev we şûr û mertala hilînim.
Bona wetenê bavê şer bikim.
Zimanê dayka xwe ziyaretî xweykim[4].
Weha xuya ye ku helbestvan haydarê her tiştê, ku li ser erdnîgariya welatê wî diqewime ye. Mebesta Osmaniyan û Farisan ji pevcûnên li ser vê erdnigariyê ne tenê dagîrkirin û daqirtandina wê ye, belê bi ser de, pişaftina and û jihevxistina kesayetiya netewî kurdî jî, bi riya şerê zimanê, ku andê û kesayetiyê diparêze, mebesta wan e. Vê lomê zimanê dayikê bûye zîyaret a wî, da ev cûr-raman di pey wî re li ba Ehemedê Xanî ronîtir were xuyan[5].
Helbestvanê rasteqîn ew e, yê ku di demên wek ên serdema Feqî yê Tîran de,  dûrî  bêhêviyê basikan vedide û difire ye, Feqî yê Tîran dît, ku du dijminan, her yek ji yê din metirsîtir e, gelê wî dorpê kirine; yê yekem kurmê perebûna ku xwûna newqa gelê wî dimijê ye, û yê duwem jî her du dewletên Osmanî û Farisî ne, ku wî kurmî av didin û mîr û hukumdarên Kurdan ji heve didizin.
Feqî yê Tîran gelek azaran li hember vê pergala kambax dikşîne, nemaze gava irûskên hevgirtina Kurdan li hember dijminan nabîne, loma jî bi dilşewatî dibêje:
Hetanî kengê binivîsim awa.
Îşq nema bînayê ava[6].
Lê belê…wendabûna roniya avan nikare hûrdîtinê wenda bike, û helbestvan jî her tim, beriya bibînin, dihestin, Feqî yê Tîran jî wusa ye, weha dibîne, ku gelê wî karînên gewre he ye, ev karînan her tim rawestî û xulmaş namînin, bivê nevê dê  rojekê ji vê xulmaşiya kujer şiyar bibin:
Guhê sekin rojeke aza.
Bê dengê sicûda Kurda[7].
Ev yeka boûn û nerîna wî gelek sayî û numa diderbirîne, û hêza baweriya wî bi gelê xwe, yê ku bivê nevê dê serî hilde, dide xuyan:
Cimaet timê namînin tengezar.
Wê hildin tîr û kevan binar.
Wê biqetînin qed û îdar.
Wêran bikin hepsa mîrî zihar[8].
Ev boûnan, dê di qunaxeke din, ku dê bê de, hem ji hêla ramanî û hem jî ji hêla hunerî de, li ba E. Xanî gelek numa û sayî diyar bibin.
Ev guhertina nerîn û boûnê di pey wî re li gelek deverên dunyayê deng vedide, nemazê li Elmanyayê û Firansayê. Fîlozof û ramnabîrê elmanî Fîşte/Ficthe (1762-1814) jî xwediyê vê mêldariya gulobal û yekbûna welatan bû[9], lê gava Napilyon da ser Elmanyayê, û Elmanya di cenga Yêna (Jena) de şikest, ewî ji nû ve  nerîna xwe guhert û bû hêzdartirîn welatperwerê elmaî, û 14 gotar bi sernavê (Gotarên ji bo miletê Elman) nivisand, tê nerîn û ramana xwe ya netewî zelal da xuyan. Her weha helbestvanê elmanî Morîs Arint / Ernst Moritz Erndt (1769-1860)[10] jî xwediyê wê ramana navdewletî bû, lê bi bandora bêtarên, ku bi ser welatê wî de hatin, bû welatperwerekî tund, û  giraniya wê bandorê li ser nerîna xwe, di gelek helbestên xwe de, derbirand û got: “min welatê xwe di şoreşa xeydê de nas kir, û di dema şikestinan de jê hez kir”. Ewî ramanên Fichtê, di helbestên xwe de dubare kir.
Evê yekê li Firansayê jî deng veda. Helbestvanê firansî yê navdar Vîktor Hugo / Vicktor Marie Hugo (1802-1885)[11] di destpêka xebata xwe de, di nav refê alakvanên mêldariya navdewletî û yekbûna welatan, û nebûna sînoran de bû, bi bandora vê ramanê hêriş diber ser  cengan, û aşîtiya cîhanê dipesinî, û bi vê daxwaza têorî tenê nekir, belê bi ser de jî nameyek bo kongira aşîtiyê, ya ku sala (1869) li Londunê hatibû girêdan, verê kir tê de cîbicîkirina raman xwe ji bo yekirina welatan xwast.
Lê gava, piştî hema salekê di pey wê kongirê re, ceng di navbera Firansayê û Elmanyayê de qewimî, Hugo pişta xwe di wan ramanan yal kir, û bû welatperwerekî bê hempa, û helbestên coşdar, ku giyanê welatperweriya şoreşgêr gumreh dikin, nivisand.

[1] Helbestvanê Ereb ê sûrî Omer Ebû Rîşe jî wê yekê nîşan dike û dibêje: Êş û azaran em kom ser hev kirin, û merivtiya navbera me gumreh kirin.
[2] Dîwan, rû 30 -31. Rahet: Bêhnvedan. Sekne: Rawestan.  Şubhet: wek, mîna. Qelb: Dil. Qisset: îrok.
[3] Tenbûr, rû 29.
[4] Tenbûr, rû 52.
[5] Biner pirtûka me: Ehmed Xanî di destana helbestî Mem û Zîn de.Bi zimanê erebî. Her weha, biner pirtûka me: Ehmedê Xanî, raman û huner. Bi zimanê kurdî.
[6] Tenbûr, rû 11.
[7] Heman jêder û heman rûpel. Sekin: Guh bidin, bibhîsin.
[8] Heman jêder, rû 52.

[9] Piştî ku Firansa di cenga Yêna de bi ser ket, û bajarê Berlînê dagîr kir, Fîştê di her du salên (1807 û 1808), de 14 gotar bi sernavê (Gotarên ji miletê Elman) nivisandin. Di wan gotaran de dest ji ramana berê dişand, û bi ramana netewî girt. (Wîkîbîdiya).
[10] Ewî dihelbestên xwe de ramanên Fichte dubare kirin, qet ji firansiyan hez nedikir, berztirîn xebatkarê cenga rizgariya elmanî li dij Firansayê bû, di berhemên xwe de xwediyê banga xweseriya deverên Reinê, ku zimanê wan elmanî bû. Ew weha diû, ku divê Elman paqijiya xwûna xwe biparêzin, û ti miletên din tev li xwe nekin. Nerînên wî, di pey re tev li avakirina nazîsmê dibin.(Wîkîbîdiya).
[11] Nûnerê romantîka firansî bû, bi boûnên xwe yên civakî, ku ji bo guhertinên civakî, wek diyarbûna pirolîtariya ya nû di bajaran de, û diyarbûna xwendevanên îna naverast û şoreşa bûjenî (sînaî) rê li pêş diyarbûna siyasetvanê sosyal di sedsala bîstem dûz kir.(wîkîbîdiya).

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…