Heyva Nîsanê, Çarşemba Sor û Reş û Serê Sala Nû

Konê Reş

  Ji wê çaxê ve, gelê kurd di meha nîsanê de, bi ahengên kêf û şahiyê pêşwaziya sala nû kirine û wiha ta roja îro ew pêşwazî bi sala nû di vê heyvê de têne kirin, lê bi tenê kurdên Êzidî ne yên ku wê pêşwaziyê bi aheng dikin. Ji ber ku piraniya kurdan roja îro bûne misilman, êdî nema wek birayên xwe yên ku Êzidî mane, wê sersalê divejînin. Erê ew kurdên ku bûne misilman, bi tenê wê sersalê bi navê (Çarşemba Reş), bibîr tînin..

  Sebaretî gotina Nîsanê, di baweriya min de ev gotin, ji gotina (Nûzan)ê hatiye girtin, anku sala ku xak têde dizê, ji nû şîn dibe, xwe divejîne û tiştek xwe di bin xakê de veşartî nahêle.. Yanî sala nû, anku SERSAL.
Çarşemba Sor û Reş:
  Di heyva nîsanê de, roja ku serê sala nû têde dihat pêşwazî kirin – hêjî kurdên Êzidî pêşwaziya wê dikin û sibe ye anku (15.04.2015)- roja çarşembê bû. Çarşamba pêşî an a duyemîn ji serê heyva nîsanê ye, li gor hesabê rojhilatê. Û ji wê çarşembê re digotin û dibêjin (Çarşemba Sor). Lê, di sala 639an de dema ku  misilmantî hatiye Kurdistanê û gelek ji kurdan bûne misilman, çi bi xweşî û çi darê zorê, wê misilmantiyê ev cejna sersalê a (Çarşemba Sor) qedexe kiriye û da ku vê cejnê li ber çavê xelkên Kurdistanê reş bike, bi mebest, navê wê guhertiye kiriye (Çarşemba Reş).
  Roja îro, di nav kurdên Rojava yên Êzidî de, pêşwaziya sala nû di Çarşemba Sor de bi ahengên kêf û şahiyê tê kirin, belê di nav kurdên misilman de, bi navê Çarşemba Reş tê naskirin û bi çavê tirsê ku rojek qidoş û nebaş tê pêşwazî kirin. Hem jî, kes di vê rojê de naçe karê xwe, bêtir xelkên gundan xwarina xwe bi xwe re dibin seyranan û derdikevin çolê, dervî malan. Di wê rojê de jî, xelk newêrin şer bikin an pev biçinin ji tirsa ku rojek qidoş e.. Belê ev adet jî hin bi hin kêm dibe û li ber mirin û nemayê ye.
Bi vê helkeftinê, hatina Çarşemba Sor ku sibe ye(15.04.2015), ez gelê me yê Êzidî li çar kenarê cîhanê pîroz dikim.

Konê Reş, 14.04.2015  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...