VEXWENDIN ji bo Duyemîn Mîhrecan Rojava Ya Çand Û Hunerê

Li ber dengê top û gulleyên ku di sîngên me de diteqin û li ber sîtava xwîna herikbar a Kurdistanê, di van kêlîkên çarenûsane yên nasname û heyîna neteweya kurd de,  kêlîkên êşa Şingal û Kobaniyê, kêlîkên şehîdên mezin yên nexşeya mezin, ji Hewlêr hetanî bi Hisiçayê û ji Amed hetanî bi Efrînê, ji dayikên Kurd hetanî bi kezebên Kurd, ji lehengiya keç û xortan hetanî bi afsaneyên mêrxas û xweşmêran, di van kêlîkên ku peyv û xeyal û nîgaş û hemî hêmayên afirandinê radestî êş û çavlirêmana dayikên şehîdan dibin,
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) hemî helbesthez û hunerhezan vexwendî DUYEMÎN MÎHRECANA ROJAVA YA ÇAND Û HUNERÊ dike. Mîhrecana ku dê ji alî komek nivîskar û helbestvan û hunermend, di 26ê Nîsanê de, li bajarê Wuppertala elmanyayê, were lidarxistin.

Hûn bi xweşî werin
Roj: Yekşem: 26. 04.2015
Dem: 13.00 – 18.00
Navnîşan: Alte Feuerwache
 Gathe 6/
42107 Wuppertal.
Germany.

Têkilî:
Email:
rojavamihrecan2@rojava.net

Facebook:
https://www.facebook.com/pages/M%C3%AEhrecana-Rojava-ya-%C3%87and-%C3%BB-Huner%C3%AA/1409523845968590

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)
Komîteya Ragihandinê
08.04.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…