Hemza Begê Miksî ( ? – 1958) (Ji pêşengên rewşenbîrên gelê min bû)

Konê Reş
Hemza begê Miksî (Hemza Beg kurê Hacî Bekir), ji bajarê Miksê bû, ew qehermanekî pêşeng bû di nav tevgera gelê kurd de. Di destpêka çerxa 20 an de Hemza Beg yek ji pêşengên rewşenîrê gelê kurdan bû li Stenbolê. Wî jî wek hevalên xwe gelek kar û xebat di avakirina komeleyên pêşîn de li Stenbolê kir û wiha tev jiyana xwe bi wefadar û dilsozî di rêka Kurd û Kurdistanê de xerc kir.. Ciwaniya xwe di mişextî û zîvariyan de derbas kir.. Dûrî xizm, dost, heval û hogirên xwe buhirand, ji bil ku çend salên giring ji ciwaniya xwe di zindanên Kemalîstan de  derbas kir..

   Hemza Beg yek bû ji rojnamevanên kurd yên sereke. Di destpêka sala 1918 an de yekemîn rojnameya kurd/tirkî bi navê JÎN li Stenbolê  weşandiye, hem jî dîbacak bi nirx û biha digel Mem û Zîna Ehmedê Xanî çap û belav kiriye.. Ji bo çapkirina vê pirtûkê hatiye girtin.. Di sala 1928 an de ji zindanê hatiye der û yekser berê xwe daye nav kurdên Binxetê û tevlî refêwelatparêzên kurdan bûye..  û bûye endam di civata Xoybûnê de..
   Di sala 1930/1031ê de, piştî têkçûna şoreşa Agirî, li ser daxwaza hikumeta tirkiyê, hikumeta Fransî ya ku li suriyê desthilat bû, dest datîne ser Hemza beg jî digel Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Ehmed Nafiz, Memdûh Selîm, Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrî Can, Qedrî û Ekerm beg Cemîl paşa, Haco axa, Mustefa û Bozan Şahîn…û tev li Şamê xistine bin rûniştina zorê de..
   Di sala 1932 an de, Hemza beg ji rex desthilatdarên fransizan ve dibistanekê li Eyndîwerê, di binya bajarê Cizîra Botan de vedike û zarokên kurdan fêrî ilm û zanînê dike û di nav kurdên Cizîrê de dibe wek gerînendayekî ji kovara Hawarê re û propagende ji zimanê Kurdî re dike..
   Di sala 1940 an de dibe edîtorê yekemîn dibistana fermî ya herî bilind di bajarê Hesekê de li parêzgeha Cizîrê.. Di sala 1943 an de dibe berpisyarê dibistanan û zanînê di tevî parêzgeha Cizîrê de..
   Li dor jinenîgariya wî; jina wî tirk bû, zarok jêre çênedibûn, bi gelek zimanan dizanîbû. Bêtir bi van kesan re dida û distand: Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Memdûh Selîm beg Wanli, Dr. Ehmed Nafiz, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî û Ekrem beg Cemîl paşa bûn..û hin xiristyan û ermen hebûn..
   Ew di roja (05/04/1958)an de, anku berî 57 salan, li bajarê Hesekê koça dawî kiriye û li ser dazwaxa wî, gelê kurd, ew li gundê Dugirê, di nav goristana welatparêzên kurdan de veşartin.
   Gundê Dugirê li bareşî Qamişlo ye bi dor 27 Km an, ji welarparêzên kurdan yên ku di vê goristnanê de hatine veşartin: Hacî Mûsa begê Xuwêtlî, Dr. Ehmed Nafiz beg Zaza, Arif beg Abbas, Haco axa, Silêmanê Abbas Axa, Dr. Qasim Miqdad Cemîl başa, Dr. Dara Arif Beg Abbas, Ebdulrehman axa Eliyê Ûnis, Hesen axa Haco…
Wê salê, anku sala 1958an, dema ku Hemza Beg çûye ber rehmeta Xwedê, helbestvanê nemir Hejarê Mukiryanî yê ku yek ji helbestvanên komara Mehabadê bû, piştî herifandina komarê reviyabû, xwe li nav Kurdên suriyê, li bajarê Tirbespiyê girtibû û lê dijîya.. Hingê rehmetiyê Hejarê Mukiryanî ev nivîsandin li ser kêla ber serê wî nivîsand:
Mamose Hemza beg
Rehberê fidakar !
Pir kes ji xew te kirine hişyar
Raze bi xoşî bes menale
Peyman elê me ew hewale
Rojî ku welat bijî bibînim
Ez mijde bi xo bo te bînim
15ê Remezana 1377 Koçî
05/04/1958 Zayînî
Konê Reş, Qamişlo, 01.04.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…