Tengezar Marînî
Tu li min bi hemanekê bûyî?
Şev e,
ez xwe bispêrim kîjan stûnî?
Erê li ber kîjan sîberî serê xwe deynim
Şev digirî
Yaxud ez?
Bêhna te nayê min.
Li kîjan asîmanî îro rondikên te dibarin.
Nesazvan im,
ez karibim dûrahiya te bijenim
Nebilûrvan im,
kovanê dûriya te bigiriyênim
tenê ez digrîm
buhara min te ez kirim payîz
ax dilêm teng e
teng e, dilêm teng e.
buhar bû niha payîz e
çawa dikarî bêyî çavên te maçî bikim bikevî xewê
kî dê şeva min rewşen bike?
min gote te neçe
buhar û payîz yek in
Mirin xweştir e ji vî halî
Dîlê xema te me,
îro, di gel şevê me,
rondikan em bi tenê nehiştim
Va dara min zer dibe,
temenê min zer dibe
çavên min zer, mor dibin, vedimirin
heêdî hêdî dimirim
dimirim,
dimirim
* * * * * * *
Peyvên Hannah Arendt
* * * * * * *
Bi
destekî
destekî
* * * * * * *
Ji dûr ve