CAREKE DIN.. NEWROZ

Merwan Berekat

Creke din..
Newroz xwîngiriya..
                   Xwîdigrî
Lê.. 
Ev ax
Ev welat
Kurdistaneke Leyle û Arînî ye
                 Dê hertim jînvejîne.

Careke din..
Di dêmêm dayîkan de
Êş herikîn…
          Dil girîn
Û di giyanê me de
Çîroka pêdariyê reng veda
Sembola azadiyê ye
                       Newroz.
Ne dilbikîn û jînkujer in
Lê…
Ji bo tolvedana
pakrewanên Newroza bêzar…
                            Neçar in… em
                                    Tolêstîn pêl dide.
Hebûn…
Pir Ejdehak
Pir enfalkar û kurediyên har
Hîn jî…
Direyin.. cewrikên wan
Lê..
Torînên Kawa
          û Keyaxisrew in.. em.
Newroz…
Dîroka çerxan vedizelîne
Tenê agirê wê..
Zingara nemrûdperestiyê dişewitîne
                     Berhîmî ne.. pakrewanên te
                                                     Ebrehamî.
             20. 03. 2015.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...