BEHÎNAME

Ey Xwedan! Eve Qenciya ku me bi misilmantiyê re kiriye?! Çima Şahî bi Şîniyê hat guhertin?!

Konê Reş

Ey Xwedan! Eger ola Hz. Muhemed rastirîn û dawîtirîn ol be,
Em gelê Kurd netenê ji vê olê ne, lê belê, 
me gelek xebat û bizav jêre pêşkêşkirîiye..
Di duyemîn qûnax de Selahedîn Eyûbî 
ev ol ji talanên Xaçparêzan parastîye,
Mala pîroz li Qudsê ji destê Firenceyan rizgarkiriye.. 
û Kurd bûn yên ku; rêçekên misilmantîya 
Qadirî û Neqişbendî di rojhilata navîn de belavkirine…

Ey xwedan! em jî misilman in,
neyarên me jî misilman in..
kî dikare, mirîd, sofî, feqî û melayan
ji yên Kurdan bêtir bibînî..
kî dikare, keskên li ber serê gorê mirîyan,
 ji yên goristanên Kurdistanê bêtir bibînî..
kî dikare şêx, beg û mîrekên ku binijadî
xwe dighîn in Haşim û Qureyşîyan,
ji yên Kurdan bêtir bibînî!
û kî dikare, seyidan ji seyîdên çiyayên
Kurdistanê bêtir bibînî..
Çima Ey Xwedan! Di cejnek pîroz de,
kevok bi destê misilmanên te bêne perpitandin..?!
Şaxzeytûn, bêne şewitandin..?!
Eve Qenciya ku me bi misilmantiyê re kiriye?!
Şahî bi şîniyê bê guhertin?!

Konê Reş
Qamişlo, Newroz, 21ê adara 2015
 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…