Bi bîranîna serhildana 12 meha AVDARÊ , ev meha lap dewlemend û pir zengîn bi reşmizgîniyan …boy gellê Kurd, ev meha evra ..bûye goristana kulan û derdan…bobelatan…sosretan,renc û azarên wê hicranin ,gelê Kurd jî berê xwe dan gorrên pakrewanan.
Encûmena hevkariya Kurd ( AZADÎ-YEKITÎ- ŞEPÊLA PÊŞEROJ ) bi hevbeşiya ( PYD ) rêkxistinên AMÛDÊ û KOMÎTA CELADET ya hokirina zimanê kurdî ,Çûn serdana gorra pakrewanê serhildanê ( XEYRÎ BERCES ÇETO) li gundê (MERKEBÊ) ji gundên derdorî Amûdê, piştî diyarkirina gurzên gulan ji canê pakrewanê nejbîr re, 3 dabêj bi navê Encûmenê û PYD û Komîta Celadet ..pêşkêş bûn,.
Ev pakrewan mîna senbolên diyer …- her sal -bi bîranînê xwe , hizrên gellê xwe dibizêvin (dilivînin ) , li dawiya serdanê sersaxî ji malbatên pakrewanan û ji gellê kurd re dixwestin, lê di vegerê de ne naghamî(nijkavî) bû dema ku bajarê Amûdê weke pêşewaziyekê …bi mûm û findan vêxistî dîtin .

ARŞEK BARAVÎ 11-3 -2007