Gotina nûnerê partiya Azadî di konfiransê waşintonê de roja 12/13-03.2006

Gotina nûnerê partiya Azadî di konfiransê waşintonê de di hundirê kongirêsê Amrîka de roja 12/13-03.2006

Gelî xwişk û bira..partiyên siyasî.. mêhvanên hêja silavên biratî û dostanî li webin,biteybetî li nûnerên emrîkî  û kurdê me yen rojava amadekarên vî konferancî.
Miletê kurd yek ji wan miletên Arî Hind û europî kevnare ye ku li ser xaka xwe ya mejûyî Kurdistan dijî ,û ji van êlan pektê LORÎ, HÛRÎ, MÎTANÎ, MÎDÎ, MANÎ, ORARTO, KÛTÎ.

Berî 2500 salan gelek Imperatorî û memleketen kurdan hebûn, wek Imperatoriya Mîdya 612 sal berî zayîne hetanî dewleta Dostkî, Shdadî, Eyûbî.
 
Êrîşên Mexol û Silcûqîyan û her weha vekirinên islamî liser Kurdistanê hatine kirin, talanî û xerabî û tede kirin, û kurdistan pasmayî histin.
 
Rûbere Kurdistanê 500,000 km çargoşe, û xelken we zedeyî 40 milionî hene.
 
Sala 1514 Z, di şerê caldîran de cara yekê bû Kurdistan bû du bes dinav Othmanî (Başûr û Bakur û rojavayî kurdistanê) û Sefewîyan ( kurdistana Rojhilat)de.
Duem dabeşkirina  Kurdistanê dinav Syria,Iraq,Tyrkia,Iran de piştî peymanên şerê cihanî yekem, û peymana Saikspiko  di sala1916 ande.
 
Jiwê demê ve kurd dibin deste dagirkeran dijî, tevli ku navê kurdan di gelek peymanan de hatibû danîn wek( Bitrsborg..Saikspiko..Sanrimo..Sivir..Lozan..Seedabad..Sinto..Nato.. Cezair). Lê mixabin kesî ji dewleten dunyayê û neji yên heremê bere xwe nedan kurdan û liwan nebûn xwedî jibo ku ewjî wek miletên dunyayê bi mafê xwe yê çarenû şadbibe û jibin nîrê stemê derkevê.
 
Kurd duem mezintirïn neteweye  li Suryê, jimara wî zedeyî 3 milionan heye, 15% ji jimara giştî ya xeløkên Sûryê. Rûberê kurdistana Rojava 20,000km çargoşe ji Hisiça hatanî çiyayê Kurda.
 
Sedê salayi kurd liser vê axa xwe ya mejûyî dijîn, berî û pşitî dewleta Mîtanî ku paytexte wê Washokanî (  serê kanîyê) lewre em dibînin kurd hevparê vî welatî ye.
 
Kurdan rolek netewî û şoresgerî di diroka Sûryê de pêkanîn dijî dagikerên Ferensî, nimûne Diyare Topê..Serhildana Beyandûr û hetanî hin şoresên mezin wek şoreşa çiyayê aniskê ji alî Qrehremanê kurd Ibrahîm Henano ku li dijî Ferensîya serkir.
 
Herweha rolek mezin di dema dewleta Eyûbî de kirin, piştre bûne serok komar, û hetanî dewleta Sûrî ya taze ji ku Kurd tede ketne wezaret û perleman, hêzên leşkerîde.
Di 1961ê de regima Sûrî Sînema amûde sewitandin û tede bidehan zarokên dibistanan canê xwe winda kirin.
Di 1962 an de,  diserjimartina awarte de, li Hisica de, hemwelatîya Sûrî ji hezarên kurdan hate kişandin, iro jimara wan dighê 300,000. Di1993 Zindana Hisica şewitandin ku tede zedeyî 60 kesî canê xwe winda kir.
 
Di 1973 an de kembera Erbî bidirêjayîya 375 km û ferehbûna ji 10 heta 15 km, li kurdan pêcan û Ereb ji dora bajarê Reqayê anîne devera kurdan
û siyaseta bierebkirinê û guhrerandina dimografî pêk anî dijî kurdan.
41 Niştecih ji ereban re avakirin di herêma kurdî de. Navê gunda guherandin, nevê kesan guherandin, xwendevan û karker ji kar û xwendegihan avêtin, bisedemê (( biv liser ewlekarîya  dewletê))
 
Di 2004 an de, di serhildana 12 ê adarê de, bihezaran kurd avêtin zindanan, bidehan şehidbûn û bisedan birîndarbûn, hest kes dibin îskencê de mirin, û hinek jiwan bi nexweşîyên sykologî û daîmî ketine. Ji alîkî din ve regima Sûrî piştgêrîya terorê dikê li Iraq, libnan û Felestinê.
 
Ev hin piroseyên şovînî ne ku endazyarê wan yên wek M.Teleb Alhilal û Mishêl Efleq. ku dixwazin kurdan tune bikin.
 
Amadevanên Berêz:
Qeyrana gistî ku îro Sûryê tede dijî, nemaze piştî bazdana Ebulhelim Xedam, hin erkên nşitiman perwerî û netwî liser milê me kurd, Ereb û Aşûrî û kêmneteweyên din di Sû ryê datînê, em riya rezgarîyê di van xalan de dibînin:
 
1- Danîna programek zelal bo guhertina demokratî  ji aliyên hemû saziyên siyasî, civakî, rewşenbîrî ku bahweriyê bi guherandinê tînin, û têde kurd wek duem netewe di Sûryê  de  werê naskirin û garantibûna mafê wî yên netewî, siyasî û çandî di destûra Sûrî ya peserojêde. û garantiya mafên demokratî yên kemneteweyên din j.
 
2-  Hilbijartinên giştî û Azad, dijiêr cavdêrîya dayîkên yekgirtîde.
 
3- Hilanîna ysaya Rewşa Awarte, kembera erebî, serjimartina awarte, dadên Irfî û hemû merasîmên şovinî, û azadkirina hemû girtîyên siyasî.
 
4-  Behwerî bi taqetên miletê Sûrî û herweha sudgirtin ji hêzên azdîxwaz û demokrati  yên Cihanî û Herêmî.
 
5- Rênedan bo alternatîvên Ayînî, Taifî bo serkêşiya guherandina demokratî, jiber ku  wê bibê sedemên nakokîyên dijwar di pêşerojê de (( wek niha li Iraqê ))
 
6- Hişyarbûn bo wan sînaryoên dibin perdên reşde çêdibin, ku dibêjin, Qeyran li Sûryê  tenê  Partîya Bethe, û kilîta careserîyê dideste Serokê Sûriyê deye. Nexêr ev neraste jiber ku rêgima Sûryê  di hemû warên jiyanê de diktatorî û sovînîye, û herweha berpirsyarbûna yasayî, siyasî û talanbûna wealat  dikevê sukra rêgimê ku welat birêve dibê.
 
7- Mukurbûna hêzên erebî bhebûna kurd ya mejûyî liser xaka wî ((Kurdistan))û tekezkirina mafê wi yê rewayî carenûs, liser bingiha hevgirtina arezûmend û azad.
 
8-Piştgêrîya proseya azadî û demokratî  ya cihanî, û regirtin liber terror, li hemû dinya, jiber ku teror li Nyoyork yan li kurdistan yan li Sûryê ,her terore û her yek armenca wê heye ku(( astî û aramî lidunyayê cênebê)).
 
Berêzan lewre em dibînin ku îro pewistîyek pir girng bi hevgirtina hemû hêzê demokratî Erebî kurdî li sûryê hêye, jibo peşvebirina proseya guherandina demokratî dî Sûryê de. Lewre jî em dewe li Hikûmet Perlemanê Emrîkî dikin ku piştgêrîya kurdên rojava bikê û pirsa wan wek pirsek siyasî ya miletekî girêdayî xaka xwe bibînê , ne tene wek kêsek mirovatî.
 
Di dawî de em binavê partiya xwe bangî hemû hezên siyasî kurdî dikin ku refên xwe nezîk hevdû bikin, û nakokîyên  navxweî jibîrbikin, hevdû qebûl bikn, rêz bo hev bigrin bercewendiya gel û nistiman bixne pêş hemû bercewendiyên kesayetî û rexistinî, û herweha wan xetên sor yan muhrên reş jipê cavên hevdû hilînin,  her weha bangek teybetî bo hezên çep bahwermend bi dibistana 5 ê tebaxê ku bizûtirîn wext de yekbigrin, Da em henû bihevre miletê xwe bighinin qraxê asti û azadîyê.
Bijî kurd…..Bijî kurdistan…
 
partiya azadî kurdî li Sûryê
  ((Komîta Europa))

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…