Adarê!


Konê Reş

Adarê!
Dêmê Qamişlo
Di pencereyan re xuya dike
Di nav lihevketina pêlan de
bi ser me de dibare
Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de
şil dibe,
Bêrîkirin jê di fûre..

Û wiha jî Bajarê Qamişlo
ketiye dilê me de û jê dernakev e!
Hêlîna xwe di peravê bîranînên me de
çêkiriye û têde razaya ye..!
Ew bajar e; Yê  ku me hezê kiriye;
Sînga wî, ji kul û xem, kêf û şahiya me re
vekiriye û firehe..
Bajarê ku em di tax û cadeyên wî de
mezin û belav bûne..
Bav û kalên me di destpêka çerxê bîstan de;
Bi hêla destên xwe bingehê wî
danîne,
Govend û dîlan li hawîrdora wî
gerandine..
Erê adarê! Îro dêmê Qamişlo
di sikak û kolanan de digirî..!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...