Gelo Kurd Dikarin Herêmeke Fîdral Li Rojavayê Kurdistanê Avabikin?

Salar Salih

Ji mafê milletê kurd e li rojavayê kurdistanê, ku çarenivîsa xwe biryarbide li gor belgeyên komîta netewên yekbûyî yên ku mafê çarenivîsê ji milletan re diçespînin, û li gor danasîna millet di yasayên navnetewî de kurdên Rojavayê Kurdistanê wek millet tên nasîn, kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedî dîrokek hevbeş in,  ji yek regezî ne, bi zimanê kurdî di-axivin û rewşenbîriya kurdî wan himbêz dike, piraniya wan ji ola islamî ne ligel hin ji ola êzîdî, li ser herêmek cuxrafî diyar dijîn, wek kêmnetewek hevdûgirtî li bakurê Sûriya li sê herêmên cuda (Cezîrê, Kobanê,Kurdaxê), hejmara wan dighêje nêzîkî 3,000,000 kurd, saziyên wan yên siyasî û rewşenbîrî û abûrî û sivîl û hêzên parastinê hene, ligel ku kurdên Rojavayê Kurdistanê xwedî viyan in, ku ew milleteke li ser xaka xwe ya dîrokî dijî.

Lewra ji mafê milletê kurd e ku daxwaza herêmeke fîdral bike li deverên kurdî (parêzgeha Hesekê, qeza Efrînê, qeza Kobanê), ev daxwaz jî li gor belgeyên netewên yekbûyî daxwazek rewaye ji milletê kurd re, li tev ku herêmek cuxrafî yekbûyî li Rojavayê Kurdistanê tune ye, û ji sê parçên cuda pêktê, ew parêzgeha Hesekê ye, û qeza Efrînê û qeza Kobanê yên girêdayî ne parêzgeha Helebê, û li gor belgeyên dîrokî ew xakin kurdistanî ne, hatin veqetandin ji Kurdistanê û tevlî dewleta Sûriyê ya nû bûn piştî peymana Saykis-Bîko di sala 1916 an de, û piraniya xelkên van deveran kurd in ligel kêmnetewên Ereb û Kildo-Siryo-Aşûr û Ermen û Turkman û Şerkes û Şîşan.
Di yasayên navnetewî de tu merc tune ye ku ji bo avakirina dewletekê yan herêmekê fîdral divêt li ser herêmeke cuxrafî yekbûyî bête avakirin, lê çêdibe ku herêma cuxrafî ji hev cuda be û ne yek parçe be, wek nimûne (cimhûrya Erebî ya yekbûyî sala 1958 an navbera Sûriya û Mesir de, dû herêmên cuda bûn) û ( desthilata otonomî ya Filestînî li Difa a rojava û Xezza, dû navçeyên cuda ne).
Li tev pilanên erebkirinê û guherîna dîmografî ji herêmên kurdî re, ku rêjîma Ba`as pêkanîn, wek projeyê zinara erebî li ser sînorê Turkiyê bi dirêjahiya 275 km û panaya ji 10 ta 15 km yê ku sala 1974 an bi firehî hat bikaranîn, û di encamê de rêjîma Ba`as 41 niştecîgehên erebî li ser baştirîn xakên kurdan piştî ku ji xwediyên wan standin avakirin, û nişteciyên ereb yên bi ziyanbûyî ji avakirina sikrê ferat ji parêzgeha Reqa û parêzgeha Helebê têde bicihkirin, herwisa projeyê serjimara awarte sala 1962 an, û gelek yasayên şovînî li dijî ziman û netewa kurdî, lê rêjîma Ba`as bi çi rengî nikarîbû dîmografiya herêmên kurdî biguhere, û ta nuha piraniya xelkên herêmên kurdî kurd in û hevdûgirtî ne ligel kêmnetewên dîtir …….., lê gereke di paşerojê de berî ku çi serjimartin yan rapirsî ji milletê Rojavayê Kurdistanê re çê bibe, projeyê zinara erebî bête rakirin û nişteciyên ereb vegerin deverên ku jê hatine li Reqa û Helebê, û xakên ku hatin standin ji kurdan li xwediyên xwe yên resen vegerin, lê divê ev yek bi şêweyekî yasayî bêtekirin û dûrî bikaranîna tundûtûjiyê.
Ji layekî dî ve hindek mirov dibêjin parastina xaka herêma Rojavayê Kurdistanê bi zehmete, jiber ku piraniya xakên vê herêmê deşt in, û jiber nebûna çiyayên bilind di herêmê de, lê ev yek jî nabe astengî li pêşiya parastina deverên kurdî, û milletê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi hemû hêzên xwe dikare parastina herêma xwe bike, û rê li pêşiya êrîşên komên tîrorêst bigre û hewildanên wan bo dagîrkirina deverên kurdî têkbide.
Raste ku herêma Rojavayê Kurdistanê herêmeke cuxrafî ye, ne tenê kurd li ser xaka wê jiyan dikin, herwisa kêmnetewên wek Ereb û Kildo-siryo-aşûr …….., lê piraniya xelkên herêma Rojavayê Kurdistanê kurd in, ku ew jî beşekin ji milletê kurd û bi zimanê kurdî (zarê kurmancî) di-axivin, û ji mafê vî milletî ye ku çarenivîsa xwe bixwe biryarbide wekû millet, hevdem ji mafê kêmnetewên dîtir in, ku mafên wan yên rewa parastî bin.
Faktorê herî giring îroroj ew e, derketina şerê navxweyî li Sûriya di navbera hêzên rêjîma Ba`as û hêzên opozisyonê de, li ser bidestxistina desthilata Sûriya ku bingeha perçebûna Sûriya bi şerê xwe datînin, herweha şerê dewletên hevpeymaniya navnetewî li dijî rêkxistina Da`işê ya tîrorêst, derbarî vê rewşa ku Sûriya tê re derbas dibe divête kurd hevrêziya xwe xurtbikin û parastina herêma xwe bikin, û peymana Dihokê di zûtirîn dem de cîbicîbikin û desthilateke otonomî hevbeş avabikin bo birêvebirina Rojavayê Kurdistanê, çiku dem hatiye ku kurd xwe bikin yek, jiber ku derfet heye Rojavayê Kurdistanê di paşerojeke nêzîk de bibête herêmeke fîdral, û bi piştgiriya hindek hêzên navnetewî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…