Konê ReşMîr Celadet BEDIRXAN, Hawar, hejmar, 20/1033, Şam
Wek ku diyar e her miletek di cîhanê de, pênasîn û hebûna xwe bi zimanê xwe dide naskirin; li Erebistabê zimanê Erebî nîşana hebûna miletê Ereb e, li Tirkistanê zimanê Tirkî nişana hebûna miletê Tirk e, wiha jî li Kurdistanê zimanê Kurdî nîşana hebûna miletê kurd e. Di nav gelên cîhanê de, zimanê Kurdî pênasiya gelê Kurd e. Di civata Netewên Yekbûyî de jî, her netewek bi ala xwe a rengîn tê naskirin, wiha jî netewê kurd bi zimanê xwe yê Kurdî û ala xwe a rengîn di nav koma netewan de tê naskirin, anku zimanê Kurdî nesnameya netewê Kurd e û hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de ye.
Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê me kirine û dikin.. Roja îro çendî em li zimanê xwe xwedî derkevin, biparêzin û pêşve bibin, wiha em hebûna xwe a kurdî diparêzin.
Ji sala 1923 an ve, dagirkeran bi sedema ku zimanê kurdî nemîne, bi pilan şerê zimanê me kirine. Zimanê me wek sembola paşverûtî û nezaniyê destnîşan kirine û dikin. Û ne tenê planên bişaftina çand û ziman li ser me kurdan meşandine, lê belê wan xwestiye ku kurdan di her warî de paşketî û asîmîle bikin.
Mêzekin, bê çendî zimanê van netewan li cem wan biha ye; hikumeta Fransî her sal ji bo geşbûna zimanê xwe konferansan li dor Frankfoniyê li dar dixîne.. Ji çend salan ve Tehran gotinên biyanî ji zimanê Farisî dineqîne.. Dewletên erebî navên alavên ragihandinê û navê alavên pêdiviya rojane yên ku nû derdikevin û di cihanê tevî de bi yek navî naskirî ne wek Radyo, TV.. navên erebî li wan dikin.. Amerîka latînî devij zimanê Espanî bernade û bi zimanê ingilîzî jiyana xwe derbas nake û wek ku em tev dizanin roja îro zimanê Şikispîr di dinyayê de zimanê yekemîn e ku zimanê bazirganiyê, torê û denûstandinê ye.. Eger em bi zimanê dagirkeran siyaseta xwe, rewşenbîriya xwe û danûstandina xwe a rojane pêk bînin, dêmek kêşeya gelê kurd nîne û tev serhildan, raperîn û bizavên gelê Kurd di ber azadî û serxwebûnê de şaşî û nezanî bûn..!!
Erê, eger ziman ne di pileya pêşîn de be, bela her perçeyekî Kurdistanê bi zimanê dagirkeran biaxife û wiha kêşeya gelê Kurd çareser dibe û namîne..! Hingî ti pêdiviya me bi Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Nalî, Bedirxaniyan, Hacî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û Goran.. namîne û di encam de taybetiya me wek gelê Kurd namîne. Ma em bi destê xwe Mem û Zîn, Ferhad û Şêrîn, Siyamend û Xecê bingor bikin, zargotina xwe a ku temenê wê bi hezarê sala ye bişewitînin..?!!
(Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî, bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin)
Hawar, hejmara 10 an sala 1932 an.
Wek ku li jor min da xuya kirin, her netewek bi zimanê xwe tê naskirin. Belê roja îro li gor guhertinên ku di Sûriyê de dibin û wê bibin û eger rast em netewê duwemîn bin di Sûriyê de û hejmara me dor 3 melyon kes be, gerek daxwaza me a pêşî û sereke zimanê Kurdî be, ji ber ku em Kurd bin, zimanê me Kurdî ye û hebûna me Kurdên Sûriyê di hebûna zimanê me de ye.
Bi vê helwestê ez jî bi gerimbûn dengê xwe tevî dengê Mîr Celadet Bedirxan dikim.. Û li vir dipirsim; Gelo, ta kengî wê siyaset û rewşenbîriya wan bi zimanê Erebî be?!!
Konê Reş

Şîrove (0)