Danasîna Pyd

Qado Şêrîn

Partiya Yekîtiya Demuqratîk(Pyd) partiyek çilo û çawa ye?
Pyd tije silogan û duruşme ye, lê armanc nîn in an jî nediyarin.
Hin caran tê ragihandin ku Pyd şerê Daiş û Eniya Nusre dike, lê di dûv re hin karên hevbeş derdikevin, wek nimûne li Serê Kaniyê. (şervanê cîhanî li dijî terorê).
Pyd xwe partiyek kurdî nabîne, ne ji ber ku di navê wê de peyva kurd tune, lê ji kiryar û rêbaza Kantonan diyar e, ji silogana Ometa Demuqrat diyare, ew tiştekî ji gelê kurd re naxwaze, bêtir dişibe partiyên Qomonîst.

Hin caran serkirdeyên Pyd(Salih Mislim li ser kenala Al-Arabiya) dibêjin ew ji Pkk cudane, lê her kes dizane ku di bin sîwana pkk de ye û biryara xwe ji Qendîlê distîne. Wek nimûne daxwiyanî û helwesta Cemîl Bayiq di derbarê Kobanî de, û bilind kirina ala reş li ser dam û dezgehên Kantonan di salvegera girtina Ocalan de.
Carinan pyd dibêje li dijî rêjîma Beşar e, lê wek nimûne li Qamişlo bi rêjîmê re dijî û bi hev re bajêr birêve dibin. Jixwe senaryoya qaşo rizgar kirina Rimêlan hevkariya Pyd bi rêjîmê re eşkere û zelal dike.
Carinan Pyd dibêje ku ew bi şoreşa gelêrî ya Sûrî re ye, lê li gelek dever û cihan çalakvanên şoreşa Sûrî digre û dikuje, wek komkujiya Til Xezal li Kobanî, malbata Nehsan li Efrînê û malbata Bedro li Qamişlo û komkujiya Amûdê.
Hin caran wan kesan ew ên piştgiriya Artêşa Azad(A.A) dikin digre û dikuje(girtina xort û komkujiya Amûdê wek nimûne), lê di dûv re bi A.A re rêkeftinan imze dike û pêk tîne. Rêkeftina bi Eniya Islamî li Efrînê wek nimûne.(bi yan li dijî şoreşê ye ?).
Endam û piştgirên xwe li dijî Tirkiyeyê sor dike, lê piştî du rojan tê ragihandin ku serokatiya wê bi Mît û serokê Mîtê Hakan Fîdan re civîn li dar xistine. Civînên Salih Mislim bi Hakan Fidan re wek nimûne.(qaşo şervanekî Kurdistanî neteweyî ye).
Carinan endam û piştgirên xwe li dijî Emerîka empiryalîst sor dike, û hin caran çekan ji Emerîka dixwaze û parsê jê dike ku wê nas bike(qaşo li dijî empiryalîst û sermayedariyê ye).
Hin caran bi rêjîm û artêşa rêjîmê ya qaşo ne urûbî ye re li dijî dijberiya(urûbî) şer dike, û hin caran dibêje em li dijî rêjîmê ne( rola dijbera li ser daxwazan dilîze).
Carinan alîkarî û piştgiriyê ji herêma Kurdistanê dixwaze, û carinan herêmê dike xayîn û xwefiroş û dibêje emê Başûr perwerde bikin.
Carinan li dijî Îranê derdikeve, û carinan di dawa wê de bang dibe. Rawestandina şerê PJAKê li Îranê(di navbera Sune û Şîhiya endaman de şaşo-maşo maye).
Carinan berevaniyê di ber fikra neteweyî de dike, û gelek caran jî şerê wê dike û li dij dewleta kurdî ya neteweyî derdikeve. Gelek nimûne hene(wek jê tê xwestin).
Xwendevanino; bawer bikin an nekin, hûn azad in, Pyd û pkk di sê salên dawî de endam û piştgirên xwe bi hemû aliyan ve ber bi mirin û kiryarên şaş ve ajotine, bê ku armanc hebe û bê ku zanibin çi dikin, û hemû li ser pişta neteweya kurd û xwîna gelê kurd e. Nimûne gelek in, lê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê wexta kolana Xindeqan û kuştina bi sedan ji şervanên Ypg di şerê Til Hemîs de, bê ku kesek zanibe çilo û çima hatin kuştin. Nimûneyek din; xwepêşandana wan li Bayeren Munschen a Elmanî li dijî NATO yê bi firokeyên xwe Kobanî rizgar kir
Guhertina helwest û gotar, silogan û duruşme, dijmin û dostan ji aliyê Pyd û Pkk ve dikare di 24saetan de bên guhertin, bûye sîstem û rêbaz, daku tim û tim endam û piştgirên xwe mijûl bike. Ev yek piştrast dike ku biryara wan ne azad û serbest e, ne aram e, ne ji ba wan e, û rewşenbîr û aqilmend di nav wan de tune ne, yan jî ne li cihê biryarê ne daku aramiyê bixin helwest û gotara wan de, bixin silogan û duruşmeyên wan de, bixin armanc û dozên wan de, û li dawî bixin dijmin û dostên wan de.
Helwest û gotara Pyd di derbarê siberojê de ne diyar e, her wiha di derbarê pirsa gelê kurd e jî ne zelal e, çimkî carinan wek partiyek ne kurd tevdigere li gel ku xwe di bin sîwana kurdayetiyê de vedişêre, êdî kesek nizane wê sibe çi bê serê wê, wek çilo siberoja pkk li bakurê Kurdistanê nediyare.
Têbînî: ji bo nivîsandina evê gotarê, sûd ji nivîsek rêzdar Jiyan Omer hatiye girtin.
www.qadoserin.com
Hollenda, 11/02/2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…