Gotar

Evîn ji herêmê koçber bûye

 

Mihemedê Seyid Husên

    Kesên ku me hez ji wan dikirin îro berê xwe ji me guhertine, wisa pelên wan ji darê weşiyane, mîna kulîlka çilmisî bi ser xwe de diponijin, xanima ku carekê min hez jê dikir, xwediya porê kirîşkî û reştarî, bejn û bala zirav, ebrûyên kevanî, çavên dureş, keziyên girdikî, pêxêla şiyar, nemaze ku bi giranî bi ser min de dixiliya, di hêmeniya jana êşê de pişta min lidîwêr, li benda ku tirêna temen wê bavêje civanê evîndaran, civanê ku dost û yaran bi xwêdanê muhra ramûsanê lê muhr kirine, û li ber temara xewê rengşermokî hênijîne, 

li ber rêwerfermiya ritma hêlecana mirinê, li benda ku evîn li herêmê bizîvire.

…komara…Çîk…12-2-2015

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…