Qamişlo

Suad Cegerxwîn

Tu delala li ber dilê Her çara yî
Şepal û rindî , nazdara  Hemîyayî
Te deng daye bi bajarê Evînê
Lê xemla li te tev  sorbuye Ji xwînê
Dijmin dexsoneke  ,pê xweş nayê Şeyda te

Bi şer û talan xeradikî Rewşa te

Gul û çîçekên  xêza te  Rakirin
Roj û xweza, ezman li te Bi mij kirin
Hilm û bêhna jiyanê li te Qutkirin
Tilyên perşeng u lehenga Kulkirin
Mafê mirova ,ma tu  Kurda Nabînê
Derman nakî carekê  vê Birînê
Qamişlo berxwe nekeve,te pir Can danî
Cîhan tev bihîstîye tu çend Qehremanî
Bela dijmin  zanibe tu qet Nakevî
Di berxwedanan de,qels nabî Narevî
Şaxên xebata te gihane Efrînê
Pêlên evînate didî me tim Jînê
Gel şiyare ,kuştin qet me Natirsîne
Azadîxwazin , cenga gel me Narevîne
Bijî ji Qamişlore tim ev Berxwedan

Her bijî milletê Kurd li hemî Cîhan

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...