Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve û ta dema niha nişteciyên bajarê Hesekê di rewşeke abûrî aloz de dijîn , ku roj bi roj pêdiviyên jiyanê ber bi buhabûnê ve diçin , û welatî bi giştî û bi taybet fermanber û karker nikarin hemû pêdiviyên xwe bicih bînin , lewra pirên wan di penaberiyê de çareseriyek guncaw dibînin , derfetên ku mirov du karên cuda jî bike pir kêm in, çimkî gelek kargeh û firoşgeh û dikan hatin girtin û xwediyên wan koçkirin jiber tirsa wan ji rewşa ewlehiyê ya netebût li bajar.
Wek nimûne ezê li ser rewşa fermanberan bi-axivim :
Berî ku şoreş destpêbike mûçeyê fermanber digihişt 15,000 leyrê Sûrî ango nêzîkî 300 dolarê Emrîkî dikir, digel ku pêdiviyên jiyanê bi nirxekî erzan dihatin firotin û guncaw bûn bi nirxê mûçe re , di encamê de fermanber di rewşeke baş de jiyana xwe diqedand , piştî ku şoreşê destpêkir nirxê perên sûrî li himber dolarê Emrîkî nizim bû ta gihişt astekê ku niha 200 leyrê Sûrî dike nêzîkî 1 dolarê Emrîkî , ango mûçeyê fermanber yê ku dighêje 20,000 leyrê Sûrî tê himberî 100 dolarê Emrîkî , digel ku hemû pêdiviyên jiyanê sê çar taq buha bûne, mûçeyê fermanber bi vî nirxê nizim nikare hemû pêdiviyên jiyanê yên sereke jêre bicih bîne, herweha gelek kesên dîtir jî ji bilî fermanberan di heman rewşê de ne, jiyanek dijwar diqedînin.
Rêjîma Ba`as vê yekê bi xurtî diçewsîne, û mûçeyên bilind dide wan kesên ku xwebexş dikin di hêzên alîgirên Rêjîmê de, ku nêzîkî 250 ta 300 dolarê Emrîkî mehane dide ew kesê ku tevlî nav refê wan hêzan dibe û xizmeta leşkerî têde dike, piraniya ew kesên xwebexş dikin di hêzên Rêjîmê de jiber dijwariya rewşa xwe ya abûrî diçin, ku nikarin pêdiviyên kufletê xwe bicih bikin, naçar dibin ku di hêzên Rêjîmê de xwebexş bikin û mûçeyekî bilin wergirin, wek nimûne Bavê Ehmed ji taxa Xiwêran mirovekî fermanber e, û mûçeyê wî dighêje 90 dolarê Emrîkî, ew nikare bi vî mûçeyî pêdiviyên kufletê xwe ku 8 neferin bicih bike, lewra ew niha dixwaze xwebexş bike di hêzên Rêjîmê de litev ku ew ne bawer e bi vî karî, çiku ew dibêje: “yan ezê mirovekî bikujim, û yan jî wê hinek min bikujin, lê ez çibkim, naçarim, divê ku ez hemû pêdiviyên zarokên xwe bidestxînim”.
Di vî alî de dezgehên civaka sivîl û bi taybetî dezgehên xêrxwazî dikarin rolek giring bilîzin, ku destê alîkariyê bidin van kesê xizan mîna Bavê Ehmed û kesên wek wî litev ku fermanber bin jî û xwedî mûçe bin, lê ew bi pêwîstî alîkariyê ne, ta ku hin layenên siyasî rewşa wan ya dijwar neçewsînin û wan nexin xizmeta armancên xwe de, ji layekî dî ve gereke civaka navnetewî piştgiriya dezgehên civaka sivîl û yên xêrxwazî bikin da ku karibin bi rola xwe rabin, ev piştgirî bi gelek şêweyan dibe, piştgiriya diravî û vekirina xulên fêrkirinê li ser civaka sivîl û karê xêrxwazî, şandina turumpêlên alîkariyan bi hemû coreyên xwe, wek: cil, xwarin, derman,pêdiviyên xwendinê û şagirtan, pêdiviyên jiyanê, û damezirandina hin projeyên geşpêdanê yên biçûk ji bo peydakirina derfetên kar ji kesên bêkar re.