Kabûsa yekem

Salih Bozan

Di van rojan de ez pir kabûsan dibînim. Yek caran di şevekê de sê çar kabûsan dibînim. Ez ê ji we re yeke yek bibêjim.
Min dî ez li çiyayê Miştenûrê dijî DAIŞ ketime çengeke dijwar. Em pênc şoreşgerbûn (Weha me bi hevdu re digot). Ez bûm, Muslim Talas bû, Hoşeng Osê bû, Can Dost bû, û Melek Ebdî bû. Mislim Talas digot: Hevalino hace zexîreyê hebin, zexîra me hindike, em çiqas telefûne merkezê dikine ji bo zexîreyê ji me re bişînin, telefona wan kilîte. Melek Ebdî qiriya û got: Min DAIŞek gêr kir, min di wînno çto li erdê vedigeviziye (Zimanê wî wehaye). Hoşeng Osê jî digot: Hevalino gerek em hîro Çiyayê Miştenûrê rizgar bikin, min postek hazir kiriye, ez dikim mizgîniyê bidim…, û ji paş ve qurşînek li paş istiyê min ket di eniya min re derket.

Min gotina hevalên xwe ya dawiyê ku bihîst, gotina Can Dost bû, wî got: Elhemdulla Xwedê çavên Sêlih star kirin. Lê ez mirim.
Roja din, li taştiyan ez birim Merzelê Têrmik. Qerbelixeke mezin li dor Tabûtê min kom bûbû. Bi nave min silogan digotin, ez kirim qehreman, pesnê min didan. Gor gotinên wan min pir tiştên mezin kiribûn, lê nedihate bîra min ku min ev tiştana kirine yan na.
Goreke xweşik ji min re kolandibûn. Li ser min gellek axifîn, lê min tiştek ji wan fêm nedikir.Dibe ku mirî gava dikevin gorê êdî ji zindiyan fêm nakin.
Piştî ku ez tenê li Mêrzel mam, û her kesek çû mala xwe, du cendirme ser min de hatin, her yekî kulingek kiribû dest xwe, û ji min re gotin: Rabe bi pêş me de. Min pirsî: Kuda? Gotin: Em dikin te bibin Cihana din. Her weha min da pêş wan û em meşiyan.
Me gellek Çiya û Newal derbas kirin. Em ketin zozaneke tijî xaniyên ji caman avabûbûn, yanî yên di hundir de xuyadibûn. Di ber her xaniyekî re sê çemên zirav dimeşiyan. Yek av bû, yê din şîrbû, û yê sêyem bîna ereqê jê dihat. Di cida ereqa OUZO ya yonanî, ku me li ser xaniyê Melek li Erbîlê vedixwar hat bîra min. Min dî hemû Sorperî (Horî) û mirov tazî bûn. Bi rastî Sorperî gellek çeleng bûn. Pê re şirik bi devê min ket. Peya giş bi riyên dirêj bûn, riyên wan digiştin navika wan. Ew li istiyê Sorperizan siwar bûbûn, û bi rûken dikutan wan (karê sêksê dikirin), ereq bi tasan vedixwarin.
Gava me ev herêma derbaskir, min fêm kir ku, ciyê min ne Cinet e. Ez ser xwe de xemgîn bûm, lê min tiştek negot. Em ketin herêmekê bîna şewatê ji erdê dihat, hêdî hêdî denkê qarewarê dikete guhê min. Herku em dimeşiyan dengê qarewarê bilind dibû. Bi rastî ez nikarim dîmenên êşkenceyên ku Zebaniyan bi mirovan dikir ji we re bibêjim. Min çavên xwe girtin ji bo ez tiştekî nebînim. Gava min çavên xwe vekirin, em ji wê herêmê derketibûn. Min bi xwe re got: Gelo ev cendirmeyana min kuda dibine? Ma xeyne Cinet û Cihennemê ti warên din li Axretê hene?
Em ketin herêmeke xalî, erdê wê mofirk mofirkî bû, weke ku em di nav mijekî tenik de dimeşiyan. Ji niçkave konên çadirî xuyabûn. Li ser deriyê her konekî navek hatibû nivîsîn, û min dest bi xwendina navan kir. Ez ecêb mam ku nav bi kurdî û bi tîpên latînî hatibûn nivîsîn. Ez çîşkî kêfxweş bûm, ku zimanê me li Axretê ne qedexeye. Lê derket ku şêniyên çadiran giş Kobanî bûn. Ew çadirana bi temamî weke çadirên Kobaniyên ku penaberî Tirkiyê bûne. Em li ber çadirekê sekinin, li ser deriyê wê Salih kurê Mehmûdê Mihemedê Bozê hatibû nivîsîn. Cendirmeyan bi min re gotin: Ev ciyê te ye. Min deriyê çadirê vekir û di hundir de nihêrî, tiştek di hundir de tinebû, xeyne mîxên poz jor de bi erdê de çikiyayî bûn. Min got: Çawa ez ê di vir de bijîm? Ma em li Axiretê jî penaberin? Qasku em şehîdin. Cendirmeyan bi min re gotin: Li cem Xwedê şehîd ê ku bi destê dijmin tê kuşti. Li vir ti nav li te nabin, û tiştek bi te negerege, tu yê neçî ti çadirên din, bi kesekî re neaxifî, dostaniyê bi kesekî re nekî. Ev giş Kobaniyên weke te ne. Tu li dera hanê, li Kobaniyê êdî ji bîr bûyî, û li vir jî ji bîr bibe. Û ez gêre çadirê kirim.
  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…