R.dil birîn
ezê hestên xwe ji ilhamekê bistînim
di nav xewn û xeyalan de bigerînim
bi rengên şêrîn neqşên zêrîn
di buhareke rengînde bixmlînim
di nav xewn û xeyalan de bigerînim
bi rengên şêrîn neqşên zêrîn
di buhareke rengînde bixmlînim
di weynekêşa çevande bineqşînim
di nav dilê dil soz û dil paka biçînim
derman bidim ji dilê dil birîn binîvsînim
ji dil û can di helbestekêde wergerînim
bi tîpên derya dibistana evînê
tîp bi tîp di ristikekêde bihûnim
bi evîndarîya dilê mem û zînê
ji bilbilre buhareke bi gul bînim
bi soz û peymana derwêş û edûlan
bi melaîketên xaka pîroz rojê bînim
ji hemî ol zar û ziman û rengê jînê
bi nav û nîşan reng û ziman bixemlînim
ji nav dilê evîndarên jîn û vejînê
bi zimanê dayika pîroz binerxînim
07.01.2015