110 saliya Rojbûna Apo Osman Sebrî li Qamişlo

 

Konê Reş  
Bi helkeftina ku di doh (05.01.2015)an de, 110 sal di ser rojbûna rewşenbîr û têkoşerê kurd Osman Sebrî (Apo) re derbas dibe, bi vê helkeftinê me (Ez û mamoste Derwêşê Xalib, mamoste Deham Hesen), û Partiya Çep a Demokrat, semînerekê li dor Apo Osman Sebrî di malbenda Partiya Çep a Demokratî, hola Mîr Celadet Bedirxan de, li bajarê Qamişlo li dar xist. Di nav re rêhevalê wî mamoste Salihê Gedo, hin bîranînên xwe pêre anîn ziman..Di dawiyê de hin giftûgo hatin kirin û mamoste Dilawer jî çend gotin gotin..

Osman Sebrî evê ku di nav me kurdên Sûriyê de, bi du xisletan hatiye naskirin; rewşenbîrî û siyasî û jiyana xwe ji van her du xisletan de mizaxtibû.. Anku jiyana xwe kiribû ardû ji serbestî û azadiya welatê xwe re.. û bi taybetî di ber kurdên sûriyê de..
Ew yek bû ji beşdarên serhildana Şêx Seîdê Pîran di sala 1925an de.. Endamekî komeleya Xoybûnê û lehengek ji lehengên şoreşa Agirî bû di sala 1030î de.. Duyemîn nivîskarê kovara Hawara mîr Celadet Bedirxan bû, piştî Qedrî Can.. Di sala 1936an de, ew tekane welatiyê kurd bû ji kurdên Rojava ku, desthilata Fransî di sûriyê de, ew surgûnî Felestîn, Arîterya û Medageşker kirin.. Hem jî di sala 1957an de, wî û Dr. Nûreddîn Zaza û digel çend kesên din, Partî (P.D.K.S) li Sûriyê damezirandin..
Osman Sebrî 18 caran hatiye girtin û zindan kirin, du caran li Tirkiyê, du caran li Libnanê, du caran li Îraqê û 12 caran li Sûriyê û çendîn car li Sûriyê hatiye surgûn kirin..
Sed mixabin piştî 110 salan ji rojbûna wî û 22 salan ji koçkirina wî a dawî, hêjî rêkxistinên me kurdên li Suriyê, nikarin bi hev re bîranîna wî vejînin an pêk bînin..! Nikarin yekîtiya gotina xwe diyar bikin..!!
Ez xweş bawerim ku, em karibin di bîranîna wî de xwe bikin yek û bi hev re wî ji gelê xwe re bidin nasîn, hingê em ê karibin gotinên xwe jî bikin yek..
Vêca wek rêzgirtin û wefadarî ji kar û xebatên wî yên rewşenbîrî û siyasî re, em wî bibîr tînin û welatiyên xwe agahdarî nav û şanên vî lehengê kurd dikin.. Ji ber ku yê li kevnê xwe nepirse, neparêze û lê bixwedî dernekeve, zore ku karibe di rojên ayinde de tiştekî çak û durist ji civaka xwe re pêşkêş bike..
Em Osman Sebrî û kesên di bejna Osman Sebrî de ji kevnên xwe dibînin.. Ew û yên di bejna wî de cihên payebilindbûna me ne û ta ji me bê em ê li wiha kevnên xwe bi guhdan û miqatebûn bin û em ê wan bibîr bînin..
Ewe yê ku gotiye:
Xwe danînim ber sîtem û zorê
Divê serbilind ez biçim gorê
Gava bi rûmet biçim goristan
 Hêjaye bibim lawê Kurdistan.
Osman Sebrî
Cihê Apo; Osman Sebrî û kurdên di bejna wî buhişta sermedî be.

Konê Reş, Qamişlo / 06.01.2016
 
 
 

 

 Ez û Apo Osman Sebrî di sala 1989an de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…