Yekrêziya kurdî ye yan berjewendîyên kesayetî ye

M.Emîn Sadûn
 

Dema mirov îro devê kî siyasetmedarî yan rewşenbîrî yan jê hevwelatiyekî li Rojavayê kurdistanê veke, wê daxwaz û xwesteka wî ya serekî yekrêziya kurdan  û rêkûpêkirina navmala kurdî be. Ev daxwaz bûye simbola hemû aliyan, çi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bin yan jê dost û hevalbendên kurdan bin.

Tevî ku ev daxwaz pêwîstiyeke û di cihê xwe de ye, û em dikarin bêjin ku ew aliyên wê daxwazê dikin rastin di gotinên xwe de. lê belê, li vir tiştek dixuye û di dema wergerandina wan gotina de li ser rûyê erdê pirsgirêkek derdikeve û cîwazîk jî pêre peyda dibe, û tê xuyakirin dema rastî li rastiyê dikeve gelek ji wan aliyan li dijî gotinên xwe dixepitin û vajî wan daxwazan kar dikin.
Bi rastî ev cîwaziya di navbera gotin û kirinan de gelek pirsan bi xwe re hildigire, û ew bi xwe ye kêşe û pirsgirêka herî mezin di rojhilata naverast de.  mirov  tiştekî bêje lê mixabin tiştekî dî vajî baweriyên xwe bibêje.
Ta ku em bikarbin van gotinan bêhtir bi cih bikin û rastiya wan bidin xuyakirin, divê em  li rewşa siyasîya  kurdî li Rojavayê kurdistanê vegerin û em nimûneyên sax û zindî ji wê rewşê werbigirin.
Di baweriya me de gelek nimûne di vê derbarê de hene, lê emê tenê li ser ezmûna Encûmena Niştîmaniya Kurdî û Partiya Demoqrata kuristanê Sûriya di vî warî de rawestin.
Berî her tiştî wek piransîpeke giştî dema ku mirov bi gotin û daxwazên xwe re rast be, divê çi gavên ber bi yekîtiyê ve be,  ji kî alî ve werin avêtin, gereke mirov pêre be û piştgiriya wê bike û çi gavên ber bi parçebûnê ve be, ji kî alî ve werin kirin, gereke mirov li dijî wê derkeve û bi tundî şermezar bike.
Ne veşartiye dema ku hin ji pariyên Encûmenê di dema borî de bûn parçe, ji dêla ku ew partiya bûyî du parçe bihata sizadan, ji kêmasî ve ji Encûmenê bihata avêtin, ew her du aliyên wê Partiyê hatin xelatkirin û her aliyek wek Partiyeke serbixwe cihê xwe di Encûmenê de girt û ji aliyê hin Partiyan destên xwe ji wan re lihev dan û ew hatin piştevanîkirin. Lê vajî vê gavê me dît û gêrek mezin li ser hat kirin û darên şerî di rûyê wê de hatin bilindkirin û livandineke çeleng hat rêvebirin, dema ku çar Pariyên kurdî yên endam di Encûmenê de bûn yek û berî wê jî du Partî û du guropên dî jî tevlî yekî ji wan Partiyan bûn, ji dêla ku ev gav ji aliyê Partiyên kurdî ve, çi yên di Encûmenê de bin yan jê yên ji derveyî wê bin, bihata pîrozkirin û palpiştî girtin, ew gava pîroz rastî êrîşeke pir dijawar ji aliyê wan partiyan ve hat û ta vê kêlîkê jî ew partî ji aliyê wan partiyên êrîşkar ve tê êrîşkirin û gef lê tê xwarin û karên wê ji aliyê wan ve tê astengkirin û herdem bi destê wê yê kul digirin, û qasî şerê vê gavê û vê partiyê tê kirin, şerê dijminê kurdan nayê kirin…..!!!??? gelo ….egerên veşartî li peyî vî şerî çi ne…??.
Lê, dema yek li her du nimûnên jorîn vegere û dîroka wan bi hûrnazî bixwîne, mirov rastî wê cîwaziya di navbera gotin û kirinan de tê û ew yek bi hûratiyên xwe ve  ji mirov re zelal dibe. Li vir hin pirs serî hildidin û bi xurtî xwe tavêjin pêşberî mirov.
Başe, ew Partiyên yekîtî û yekrêziya navmala kurdî dixwazin, çima ev durûtî di piratîkê de di helwestên wan de diyar dibe..??.tenê nexwe ew yekîtî û yekrêziya kurdan li gorî gaz, pîvan û kêşanên xwe dixwazin, yekîtîk xizmeta berjewendiyên wan bike, ticarî li milet û berjewendiyên wî nagerin. bê guman nexwe tenê ji bo xwe dixepitin û ji bo wan berjewendiyên ku dikevin di xizmeta kesayetiya wan ya taybet de kardikin. lê divê mirov jibîr neke ku dîrok û milet wê ticarî rehmê li mirovî neke, û dawiyê tenê û tenê rastî û karê di xizmeta milet de berdewam dimîne, û cih digire û serdikeve.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…