Tenê temayî ji pêsî pîstir e.


Leyla Sadûn – Dêrik


Li Cezîra Botan  wezîrekî Mîr hebû, navê wî  Mîrxan bû. Gavanekî gund jî hebû ,navê wî Elo bû .Elo  dema garana xwe di bir çolê, tefşoyek jî bi xwe re dibir, pê qurmik di çinîn û tanîn malê,  xwarina xwe li ser çêdikirin. carekî Elo tefşoyê xwe li qurmikekî da, dît ku cerek kevnar ji bin derket, dema Elo devê cerî vekir dît ve tijî zêr e. Rabî ji xwe rê got: ku ez ji Mîr re bêjim , wê bêje te zêr jê derxistin e, rabî dîsa cer vegerand cihê wî û çû malê, Ket mitala û gumanan, û ji xwe re got: ez ji jina xwe re bêjim Mîr wê pêbihese. Rabî xwe ker kir û ji xwe re got : ezê tenê ji wezîr re bêjim.

 Şevekî çû mala wezîr, Wezîr li koçkê bû , ma li hêviyê ta hat, ji wezîr re çîroka xwe tev de got: Wezîr ji Elo re got : ka sibehî dema te garan berda here cihê cerik, da ku ez te bibînim û  werim  cem te. Roja dî wezîr ma guhdarî Elo, heta dît Elo garan bir kûderê, wezîr rabû berê xwe  da cihê garanê. Elo jî weke dilê xwe cerik derxist û li ber wezîr danî. Wezîr kurikê xwe ji xwe kir û zêr ji cerikî valakirin, dît va bûkek ji elmas bi binê cerik ve ma ye. Rabî ji Elo re got: ezê bara te deyînim li ser kurik û ya xwe bêxim di cerik de.
 Elo got: belê ezbenî wek tu dibî baş bike. wezîr rabî zêrek avêt ser kurik û yek êxist di cerik de, piştî jê xelas bû ji Elo re got: ez şaş  bûme, ezê careke dî yên te bihijmêrim ji ber yên te gelektirin ji yên min.  Elo got : belê ezbenî wek ti di bîne rast wê bike .wezîr careka dî hijmartin, yek avêt li ser kurik û yek êxist di cerik de .dîsa wezîr ji Elo re got yên te ji yên min bêhtirin, ji ber yên Elo davêtin li ser kurik û belav dikirin û yên xwe têxistin di cerik de  komdikirir. Wezîr  zirt li Elo kirin û ew  tirsand. dawiyê jê re got: ma gavan û zêr ? binêre divê tu behsa zêran nekî, ne te dîtiye û ne jê te bihîstiye. r Elo hêlmek kişand û yek ji kûrahiya singa xwe berda û ji wezîr re got: ez ji xwe deyînakim, lê eger tu pêsiyê Seyê min bixwî, ezê li para xwe tevî biborim, wezîr dest avêt pîsiyê Sê (gûyê Sê) û xwar û cerê zêran hilgirt û êxist di bin kurikê xwe de û berê xwe da malê .Elo bi dilek kul û şikestî berê xwe da malê, xwarin nexwar û nexwş ket,û ma di binê malê de . rabî jina wî rojekî çû li rex Mîr û jê re got :Mîrê min Elo di nav cihan de nexweşe, min kes nîne here li ber garanê. ez keçên xwe rênakim li ber dewêr, ji ber keçik kirasekê sipî ne, ku debixek li wan bibe , ew debix dimîne heta hetayê ji wan naçe , ji ber vê yekê jî ez bi hêvîme ku hûn ji xwe re gavanekî bibînin. Wezîr ji devê Mîr girt û got: hê qewlê we çar heyîv mane ,divê hûn qewlê xwe bi dawî bikin. Rabî jina Elo meçbûr bû û çû ber garanê. rojekî Mîr ji hemwelatiyan xwest,ku tev li cem wî kom bibin ,çi yê pîr be yan nexweş be . rabî her çar keçên Elo bavê xwe danîn li ser merşekê û ew jî birin cihê komcivînê. Piştî ku şêniyên bajêr bi hûr û girên xwe ve civiyan. Mîr got: ezê pirsekî ji we bikim, yê bersiv da û bersiva wî şaş be. Ezê wî bikujim û yê bersiv da û bersiva wî rast be, ezê wî xelat bikim. Mîr pirsî ka çi ji pêsî pîstir e ,hemû man behitî û her yekî di ber xwe de got: ev çi pirs e. Piştî kêlîkî bêdeng. Elo destê xwe bilind kir û got Mîrê min ezê bersivê bidim, hemû ji Elo man behitî. Elo got :Mîrê min temayî tenê ji pêsî pîstir e. Mîr pirsî Ka Elo tu çawe dikarî vê bersivê ji me re rave û şirove bikî. Mîrê min wezîrê te ji ber temayîya cerikê zêra pêsiyê Seyê min xwar. wezîr rabû û got :
Mîrê min Elo dîn bûye, jê bawer neke. Mîr ji Elo re got : Elo wezîr çawe pêsiyê kûçikê te xwariye. Rabî Elo çîroka xwe û wezîr ji serî ta binî ji Mîr re bidarve kir û got: eger cerikê li mala wezîr ne bi wan şan û nîşanên min gotî be, hûn dikarin min bikujin. Mîr ji şêwerdarên xwe xwest ku herin mala wezîr seh bikin û eger cerik bibînin wî bînin. Wezîr xwest bi wan re here, Mîr nehişt, çûn ji jina wezîr re gotin: hin mirovin biyanî ketne bajêr û çek veşartine, em li wan digerin, dema mala wezîr seh kirin cerik dîtin û anîn li rex Mîr .Mîr piştî cerik dît rastiya çîrokê jê re hat xuya kirin . Mîr berda wezîrê xwe û jê re got: ku te ji ber zêra pêsiyê Sa xwariye .vêca ji îro pêve tu kêrî min nayê û baweriya min jî bi te nayê , tê min jî bi erzanî bifiroşe.  Mîr berda wezîr û Elo xelat kir.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…