Kobanî warê berxwedana Kurdî ye

Dijwar Tewfîq -AMÛDÊ  
 
Kobanê bajarekî Kurdî ye çavê Kurdistanê ye,bû ye bajarek cîhanî di xebat û berxwedanê de warê qehreman û lehengan ,ku şerê mezintirîn rêxistin dike li cîhanê rêxistina terorist ya naskirî ba navê)(DAIŞ) ya ku ne Ol û ne mirovatiyê nasdike û li dijî armancên kurda kar dike di serxwebûna Kurdistanê de ,û ev rêxistina terorist gelê mey kurd penaber û koçber kirye lê biryara dîrokî ya serokê herêma kurdistan Mesûd Barzanî şandina hêzên pêşmergeyên kurdistan bo piştgirî û alîkariya bajarê kobanê bi bîra me tîne dema Barzaniyê nemir tev hêzên pêşmerge çu ye alîkairya Pêşewa Qazî Mihemed bo avakirina Komara Kurdistan li Mehabat sala1946122

Û hêzên pêşmerge di gel şervanên kurd şerekî dijwar dikin li dijî rexistina daişê û bi piştevaniya hêzên hevpeymaniya navdewletî ku cih û navendên wan bombebaran dikin û roj bi roj hêzên pêşmerge bi serdikevin çimkî xwedan dozeke rewa ne , 
Doseya Kobanê bû ye pirseke navdewletî  û hemû welatên cîhanî piştgirya Kobanê dikin çimkî kurd xwedan dîrokek resenin li devera Mezopotamiya û xwedan maf û dozên ,û armancên wan Azadîye,Aştîye,Pêkvejiyane wek Barzaniyê nemir dibêje:”Ez xebat û berxwedanê dikim ji bo Azadiya û Demokrasiya Kurdistan”.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…