Dîlana Mişkan

Reşad Şeref

Hebû, tunebû, demê berê şkeftek tarî û kûr. Mişkekî maldar lê dijiya, keçek rind û ciwan hebû bi navê Xecê. Ewî û jina xwe pir jê hezdikirin..çavek li dinê û yek li keça wan. Rojekê Mişko ji pîrejina xwere got: Keçê..! Mane keça me Xecê bûye ya mêra, ew bixwe gelekî rind û nazdare, gelekî spehî ye. Divê gewretirîn kes hebe em keça xwe lê mehir bikin û bihevre bizewicin!.
Pîrejinê serê xwe hejand û got: Başe..başe,lê kî wusa hêjaye ko bibe zavayê me?

Herdu bi hevre ketin hizr û ramanan! Mişk simbêlên xwe dibir û dianîn, ji nîşkave kire qîr: Fikrek û ramanek hate ber çavê min, roj.. gewretirîn kese li cîhanê ya ko tîrêja xwe dide zevî û buxçan û li ber têhna wê ceh û genim şîn dibe ew divê ji qîza me Xecê re bibe mêr.
Pîrejinê bersiv da: Belê..belê xweş ramane, zû..zû here pirsê ji rojê bike ka wê kengî were û mehra keçika me bibire.
Mişkê bav cilên teze û spehî li ber bejna xwe kirin, berê xwe da rojê û bankir: wa rojê, keça me gelekî ciwan û nazdare, divê li gewretirîn kes li cîhanê bizewice. Tu bi tîrêjên xweyî zêrîn me ronî dikî û li ber têhna te buxçe û zeviyên ceh û genim şîn dibe, di baweriya mede tu çêtirîn kesî. Rojê tîrêjên xwe bi esîmanan ve pijiqand û got: Hevalê delal ez ne çêtirîn kesim! Ji min çêtir hene!
Mişkê bav matmayî ma û got: Wê  çi ji te çêtirbe?!
Rojê lê vegerand û got: Ka bilind..bilind binêre! Ew ewrê sipî dikare zû were û xwe li min bipêçe mîna paçekî sipî nema tu min dibûnî.
Mişk bizav da xwe û bilez çû, nexwe ewr ji te çêtire!
Mişk bang li ewir kir û got: Ey ewrê nazik û delal, tu ji rojê gewretirî çimkî tîrêja wê qedexe dikî û nahêlî bide erdê, ez hatîme ka tuyê li keça me bizewicî, ya ko li çêtirîn kes wê bizewice?
Ewr bersiv da, belê..belê ez dikarim roniya heyv û rojê veşêrim û nehêlim bidin erdê, lê ez neçêtirîn kesim, ji min çêtir û xurttir hene.
Mişkê bav got: Ji te xurttir!? Ez hêvî dikim tu ji minre bêjî ka ew kîye?
Ewrî got: Ew ba ye, dema dixwaze bi kêfa dilê xwe min dibe û tîne. Ew bimin dikare û ji min bi hêztir û gewretire.
 Mişk got: Oh nexwe ba gewretirîn kese! Mişk berê xwe da bayê yê ko hêdî..hêdî li ser darande dihat.  Bankir: Ey bayê gewre, ew ewrê ko roniya heyv û rojê digre, tu wî bela wela dikî û bi kêfa xwe dajonî, tu çêtirîn kesî li cîhanê. Ezê keça xwe ya padîşah li te mehir bikim û tuyê ji minre bibî zava. Bayî kire vîzîn û got: Spas mişkê delal, ez gelekî memnonê teme û ne layiqî keça te ya ciwanim. Lê, ne mîna ko tu dibûnî, ji min bi hêztir hene. Dema ez li dîwar dixim bê çare me, ew ji min bihêztire. Mişkê bav li ber xwede got: i..mm mm nexwe dîwar ji te çêtire..
Bi lez berê xwe da wê şkefta ko lê cîgirtî û bi dîwêrre axivî û got: Ey dîwarê saxlem û hêja tu çêtirîn tiştî li cîhanê. Ba ewran dipijiqîne yê ko roniya heyv û rojê digre li ber te pûç dibe, tu yê Xeca me ya xweşik û nazdar li xwe mehir bikî. Bayî got: Belê..belê ev tişt bi min xweşe ji dê û bavê min zêdeye. Lê yek heye hêza min pê nakeve!
Mişk got: Ew kîye?
Dîwar, kenî û got: Ax, ew mişke..mişkê piçûk yê ko min dide ber gezan û digezgizîne û qulan di perên min de çêdike. Mişk ji kêfan xwe hilavêt û got: Xwedêwoooo..nexwe em mişk gewretirîn kesin li cîhanê!
Mişkê bav, bi lez û bez çû mala xwe bo saloxên giranbuha bighîne pîrejina xwe. Pîremişka jina wî hîn li bendê bû. Bi dilekî xav jê pirsî: Te mêrekî hêja ji keça me Xecê re anî?
Bi dilşadî got: Dengobasên giring li ba min hene, em mişk çêtirin xelkin li cîhanê!
çewa? te çi got?
Belê..belê weko te bihîstî!
çîrok ji serî heta binî jêre got.
 Got: ev giringtirîn ramane. Her wusa, Xecê jî guhdariya wan dikir. Îca keça nazik û nazdar li mişkê ciwan ê li hemberî mala wan mehir kirin. Mişkên dûr û nêzîk li hev civiyan, dîlanek xweş û mezin bi dehol û zirne li darxistin, dibêjin ji wê demê ve hîn dilanek wusa mezin çênebû ye. Xeco û zave jiyanek hungivîn bi hevre borandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...