*Pîrozbe …Şengal

Idrîs Hiso

Roja ala ya Kurdistanê , cejna kurdên êzidî , destpêka operasyona rêzgarkirna şengal û nûçeya kontrolkirina wî bajarî ji lay peşmerge yên kurdistanê bi amdebûn û serpirştya yekserî ya serokê herêma Kurdistan Mesûd Barzanî(20-12-2014), bûn navnîşana rojên kurdistanê yên bûrî.
Helbet rêzgarkirina Şengal û qehremaniya hêzên pêşmerge û cengawerên çiyayê şengalê û şervanên kurd ji her alî û bi her hawî nîşana hest û yekîtya gelê kurde, û ev tiştekî pîroze , dilê mirov dike bi şehnazî .
 bi vê mizgîniyê wê morala hêzên parizvanên me hîn berz bibe û her wisa morala gelê me li her çar perçên Kurdistan .
Bi taybet li şarê kobanê ku îro çavên bi melyonan kurd li wê derê ne û bi omîda rêzgarkirina wênejî.
Bi rastî rêka ku pêşmerge didin ser ew rêke dibe rêkek pîroz, û serkeftina pêşmerge li gel serok Barzanî li pîrozbûna Şengal pîrozeke din zêdekir .
Ez dixwazim bêjim ku kar û xebata mezin hîn li pêşya me kurdan maye , û rêzgarkirina xaka pîroz ji pîsiya DAIŞ pêngava yekemîne , lê karê girîng jî ewe ku parastina vê deverê û avakirina wê ye, di zûtrîn dem da ku em miletê xwe ji kampan rêzgarkin û ber bi mal û samanên xwe de vegerin .
Herwisa sizakirina her kesekî an dezgehekê ku li gel DAIŞ alîkarî kirbe, bi rengekî eşkere û di bin siya dadgehên kurdistanê de were kirin .
Rêgrtin li pêşya çi tevliheviyekê anjî çi pilanên ku hebin û bixwazin karîseta şengalê wek bihane bikarbînin.
Tomarkirina cengawerin çiyayê Şengalê wek pêşmerge dinav refên hêza pêşmergeyên kurdistanê bi rengekî fermî .
Dariştina istratîciyekê dinavbera hêzên kurdî li herdû beşên kurdistanê Rojava û Başûr de, derbarê têkbirina Têrorê û parastina aramiyê li herdu aliyên sînorî.
Her kesekî ji pêvî ala kurdistanê dinav hêzên pêşmerge de hilda bê agahkirin anjî siza kirin çimkî pêşmerge hêza kurdistanê ye û ne hêza tu partiyên siyasî ye (1).
Bi her halî di baweriya min de cenga kurdan li dijî hovên DAIŞ û qurbanyên ku wan danîn diber kurdistan û mirovatiyê de , wê bibin yek ji sedemên guhertina hiş û ramanên kurdan û pêwîstya wan bi hêzek niştmnaî dûrî pirsgirêkên siyasî , her wisa ew qurbanyên ku kurdan pêşkêşî welatê xwe û cîhanê bitevayî kirin, beramberî wê kêmtir ji mafê dewleta serbixwe êdî gerek neyê qebûlkirin .
Hewlêr 20-12-2014z roja rêzgarkirna şengal
1-tê zanîn ku biryar divê derbarê de hatbû stendin, lê roja rêzgarkirnê û li pêşya kamîra rûdaw  hin pêşmerge ala partî hildabûn!!

*ev gotar di rojnama EVRO roja 24-12-2014z hate weşandin
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…