Roviyên kîndar nayên gazinckirin

Dr. Ebdilmecît Şêxo

Dîroka Osmanliyan û ya Kemalîstên toranîst di eniya cîhana dêmokrat û pêşverû de pir bi xêzên hovane hatiye naskirin, çerx û dem li Turkiyê rawestî ya ye
ne destladarên sîvîl, ne destlatdarên leşgerî û ne jî destladarên bi navê ola îslamî kanîbûn zikreşiya xwe bi bayê pêşketina cîhanê bişoin, an mêjiyên serên xwe bi guhertinên şarastanî hinekî avdin.
Bi karanîna şêweyên ne mirovane ji aliyê roviyên gewr de li dijî miletên bindest mîna gelê Ermen û gelê Kurd pir sanahî û xweserî ye. Eger em tenê hinekî li rûpelên mêjûya nû li Turkiyê û li Kurdistana Turkiyê vegerin, gelek bi lez pir bûyerên hovane têtin bîra mirov. Kuştin, serjêkirin, şewtandin, talandina namusên jinên Kurd, qelaştina zikên jinan û zaroyên Kurdan di hemû raperîn û şoreşên Kurdistana Turkiyê de,( şoreşa Şêx şeîd Pîranî, şoreşa Dêrsim, şoreşa  Araratê ) li nikTurkên regezperest û kîndar zor rûdawek e xwezayî ye.
Gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê pirtîrî çar hezar sal li dijî dijminên xwe bi mêrane berxwe dide, gelê me ji bo azadiya xwe bi milyonan pakrewan dane, eniya dîroka bizava azadîxwaza Kurdistanê li herderê mîna stêrkan geş e. Pakrewanên mîna Şêx Seîd Pîranî, Qazî Muhemed, M.M.Berzanî, Dr. Ebdilrehman Qasimlo, Leyle Qasim û Zekiye Alkan û h.d Vîna gelê me hîn hêztir kirine.
Em dixwazin di vê kurtegotara xwe ya nerazîbûnê de ji raya giştî li cîhanê û ji raya giştî ya Kurdistanê re bêjin; dijminên me karên xwe li dijî dêmokratiyê, li dijî mirovperweriyê, li dijî azadiya gelan dikin, ewanan tu carî ji ber karên xwe yên ne bajaravanî û ne mirovane şerm nekirine, û ne jî niha ji ber jehirkirina serokê (PKK ya berê) rêzdar Ebdela Ocelan şerm dikin, di ferhenga siyaseta toraniyan û şovîniyên Ereb û Faris de  her tiştek li dijî Kurdan rewa ye.
 Ji ber ku dijminên me bê rawestan, li me xistine, em kuştine , serokên me darvekirine, lewra jî em hêdî çi ji wan dibîsin, bi rastî, em matmayî namînin, û yekser em dibêjin, dijmin, dijmin e, û pendeke kurdî dibêje; ” Rî bû ye bost, lê dijmin ne bû ye dost” . Lê tiştê herî matmayî û ne xweserî ew e, ku îro dengên dêmokratî û azadîxwazên Kurdistanê û dengên hêzên dêmokratî li Rojhilata Navîn, li Ewropa û li hemû cîhanê li dijî cehirkirina berêz E. Ocelan bilnd nabin, û deriya dadgeheke mezin ji bo tawanên  MÎT ên Turkiyê venakin !!!
Em bi tundî hukumeta R.Ordexan ji ber vî karî tirsonekî, rûreş û şermezardikin, em dibêjin bijî hevkariya hêzên Kurdistanî, bijî hevkariya hêzên dêmokrat û rizgarîxwaz li Rojhilata Navîn û li Cîhanê û azadî ji rêzdar E. Ocelan re !!!!
  
10.03.2007
           
    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Îro 19.10.2025 Mihrecana

helbesta Kurdî li bajarê Essen li

Almaniye ku herdû saziyên me YNRKS û HRRK pê rabûn bi rêk û pêk hat li dar xistin.

Bêguman ew rêkupêkî û ew rêxistinkirina we dît encama xebata herî kêm ya mehekê ji kar û ked û westandina…

MISLIM ŞÊX HESEN -KOBANÎ

Eger hûn dîroka gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi baldarî lêkolîn bikin, diyar dibe ku gelek bûyerên girîng qewimîne. Ew serwerên bê guman ên şaristaniyên kevnar ên cîhanê bûn, û di wan serdeman de roleke diyarker lîstin, tevî ku rastî êrîşên tund ên ji aliyê dewletên cîran û…

Kara Wezîrê Êşo

Di malpera pressin.ifo da gotarek bi sernivîsa “Em ne kurdên Sovyetê ne, em kurdên Qefqasyayê ne!” ( https://pressin.info/kurdi/2034 ) hatibû weşandin, a ku li ser daxwîyanîyên Hejarê Şamil hatibû nivîsîn, ango ew vegotina daxwîyanîyên wî ne…

Meriv dixwîne û matma dibe!

Helbet, wek ku dibêjin, di cîhanê da…

Fewaz Ebdê

Li Kazaxistanê

Li gundekî bi siya Stalîn tozgirtî

Bi çavin bêbawerî

û bi devekî vekirî

mîna şikefteke efsûnî

ji nav rûpelên dîrokê reviyabe

bîrdankek ji bin berfê rabû

û xwe avêt himêza çîroka mim.

<p...