Careke din Roja Ala Kurdistanê û helbestên ku li ser hatine gotin:

Konê Reş

Ev beşekî din î kurt e ji semînera min di roja Ala Kurdistanê de. Ev beş taybete bi helbestên pêşî yên ku di pesnê wê de hatine nivîsandin û belavkirin: 

1 – Mîr Celadet Bedirxan, sala 1932an: Alê Kurdan di nav rok Çi bedew û bi heybet
Bi çar reng î, rengê teÇi delal û çi xweşkokXêzek kesk û xêzek sor
Nav sipî û nîvek zer
Keskesore bi roje
Ev li jêr û ew li jor..
2 – Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sala 1932an: 
Ronahîya dil û çav 
Diyarîya dê û bav
Pêsîra wê roj û tav 
Spehîtiya ax û av
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer..
3 – Apo Osman Sebrî, sala 1936an: 
Min divê her tu bilind bî
Ala rengîn Kesk û zer
Him xweşî him ceng û rûmet
Tên zanîn ji sor û gewr
Dûr nêzîk ez ê te hildim
Tu yî xemla banê min..
4 – Seydayê Cegwerxwîn, sala 1941ê: 
Ala sê rengî tu
Bi nav û dengî tu
Nişan û cengî tu..
Îro, me tu kiriye himbêz
Rojek wê bê, te bikin rêz
Di eywana, li ser bana
Rojên şadî tu xemil û xêz
Kesik û sor û zerî
Ey xortên kurdan
Silavê lê bikin…
5 – Seydayê Tahayê Mayî, sala 1943an:
Kesk û sora roj li nave
Sipiye befra li welat
Rojeka pir zîv belave
Wextekê zêrên helat..
Ala min her dem li jore
Şox dibin pê ser çiya
Em dixwazin bo te îro
Tu bijî bo vê nijad…
6 – Seydayê Ehmed Namî, sala 1943an:
Pêşkevin em serfirazin miletê kurdî 
Yan mirin dê bibînin, yan jîna kurdî
Bi xwendin û xwendegehan, bi Al û leşker
Dê bijîn paşê dikarin rêçê bibin ser…
      Eger Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Alê danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paşa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Begê Miksî û… hwd li ser giriya bin, eger pêşewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bidarvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbas kiribin ta ku xwe gîhandiye Sovyêta berê, va îro bi saya welatîyên dilsoz û birûmet Ala me li ser xaka Kurdistana me bilind, bilind li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhîştiyan dibin rastî û her bijî Ala Kurdan, bijî Kurd û Kurdistan.
Konê Reş, Qamişlo. 19.12.2014 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...