Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRKê DILÊ ZAROKÊN KOBANIYÊ XWEŞ KIR

 Di çarçoveya kampanyaya ku Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK dabû destpêkirin de, 400 montên zarokan (Cilên zarokan) hatin kirîn. 
Ev tevkariya bi zarokên Kobanî re ji alî rêveberên HRRK-Bakur Mizgîn Tahir, Munîr Şêxê û Rizoyê Xerzî ve gihan zarokên Kobanî yên ji ber zilma terorîstên DAIŞ ê cih û warên xwe terk kirine û li Pirsûsê di kampa penaberan de bi cih bûne. 
Îro di seatên serê sibehê de şandeya bi navê HRRK ê berê xwe da Pirsûsê û ew cil û bergên ku hatin kirîn teslîmî rêveberiya saziya kar û barên penaberan ên kampa Arîn Mîrkan kirin. 

Di vê demê de, kurd bi giştî û bi taybetî yên Kobanî û Şengalê di şert û mercên giran re derbas dibin, pêwîst e ku hemû sazî û rêxistinên kurdan xwedî li xwişk û birayên xwe derkevin û bi her awayî alîkariya wan bikin. 
Em, wekî Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, di vê derbarê de spasiya xwe ji bo her kesên ku tevli vê kampanyayê bûn, dikin.
Herwisa, cihê kêfxweşiyê ye ji bo me, ku em karibin, bi alîkariya dost û hevalên ku tevlî kampanyayê bûne; kêlîkekê be jî rûyê zarokên Kobaniya berxwedêr bikenînin û dilên wan xweş bikin.
Komîteya Ragihandinê ya
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRKê 
18.12.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…