Mela Ehmedê Namî di bîranîna 39an de.

Namî dibêje: Di sala 1906an de, heyva gulanê li gundê Erbetê, qeza Nsêbînê hitime dinyayê. Pênc pêhisiyên min li wî gundî agadar bûne. Ango bi bîna gul û sosinan û bi dengê şalûl û bilbilan û bi dîtina tîrêjên roja jîndar û bi hingiftin û destdana berê dayikeke kurdî û li tamkirina şîrê bustanê wê dayikê tamdar û beşdar bûme.
Paşê ez bi dergûşeke darî ji darên çiyaê Kurdistanê, li ser erd û dibin azmanê wê de, bi destekî kurdî hatime hejandin…
Mela Ehmedê Namî, di roja 11.12.1975an de, li bajarê Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê û li goristana Qudûr Beg hete veşartin.

Di gel wan zor û zordestî û çavsoriya rijîma Sûriyê derheqê gelê kurd de, ko bi tundî hemû kar û çalakiyên kurdayetiyê bi hemû beşên xwe yên siyasî, çandî û civakî qedexe kirîbûn, wilo jî Mela Ehmedê Namî li bajarê Qamişlo bi du bîranînan hatbû bibîanîn. Bîranîn bi name, mesac, helbest û lêkolînên rewşenbîran û bi dilsoziya amadevanên birêz, şevên bîranînê xweş û dewlemend bûbûn.
1-Di 11.12. 1995an de, şeveke rewşenbîrî bi mebesta bîranîna 20 saliya waxirkirina Mela Ehmedê Namî pêk hat. Pêkhatina wê jî kar û barê rewşenbîran û kovarên: Gulîstan, Pirs, Zanîn, El-Museqef El Teqedunî, El Hîwar û Bihar, ko bi hiş û hunerên wan hatibû neqişandin.
Di 11.12.2000 an de, şeva bîranîna Namî bûbû kar û barê Komîta Rêvebirina Yîbîla Zîvîn (25 salî) ya Kûçkirina Namî bû.
Di van herdu bîranînan de hejmarek gotar, name, birûsk û lêkolînên rewşenbîrên kurd yên li welat û hem li derveyî welat hatin xwendin.
Wek nimûe ji wan nameyan re, nameya mamoste Mehmûd Lewndî bû ko ji ahengê re hatibû hinartin û ji aliyê birêvebirê şeva bîranîna 25 saliyê ve hatibû xwendin.
Samî Ehmed Namî
Stockholm.2014.12.11
Nameya mamoste Mehmûd Lewndî
Ji bo komîta bîranîna Mela Ehmedê Namî
Felek zalim dilê xemgîn nedî şadî bi carek
Heta peykê kul û derda ji bo min bûye rêber
                                                    (Namî)
Birayên hêja beşdarên delal:
Gava ko behsa Mela Ehmedê Namî dibe, sê tişt têne bîra mirov:
1-Celadet Bedir Xan û Hawar.
2-Helbest.
3-Sînema Amûdê.
Di tarîxa miletê kurd de gelek rûpelên xemgînî û derdan hene ko yek ji wan jî ”Agirê Sînema Amûdê ye”. Ger seydayê mela Ehmedê Namî nenivîsanda, dibe ko ev bûyer di nav rûpelên tarîxê de winda bibûya.
Birayên hêja:
Seydayê Namî yek ji wan kesan e ko di nav zor û zehmetî û dijwarîke mezin de behsa kurdîtî û zanînê kiriye, peywendiyên xwe yên bi Hawar û bi Xoybûnê re wî kurdîtî kiriye, bi helbest û nivîsê xwe wî kurdîtî kiriye, li gor vê kurdîtiya xwe wî her weha xwestiye zanînê jî fêrî miletê xwe bike.
Çawa ko Midhet Bedir Xan, Mela Seîdê Kurdî (Bediuzzeman) di salên 1900 de digotin ji bo kurdan ”Xwendin, xwendi, xwendin” pêwîste seydayê Namî jî dixwest ko miletê wî her fêrî xwendin û zanînê bibe ji bo wê, wî qîmetek mezin dida dibistanê û bixwendindayîna zarokên kurdan, ew û kesên wek wî yên wê demê gihiştibûn wê baweriyê ko ji kurdan re tenê xwendin giringe, bêyî xwendinê em nikarin serkevin.
Birayên hêja:
Bi amadekirina civîn û bîranînên bi vî rengî ji bo miletê me du tiştên giring derdixe holê:
1-Ew kesên ko ji bo Kurd û Kurdistanê xizmet kirine mirov hêjayiyekê dide wan, wan qedirbilind dike.
2-Miletê kurd bi xwe hay û agaha wan ji kesên xwe yên hêja û navdar dide ko ev ji ruhiyeta me ya milî pêşdetir dibe û geştir dike û bi vê re giyanê pakê seydayê Namî û kurdên din ên ko di vê riyê de xizmet kirine şadtir dibe.
Em ji bo vî karê we yê hêja we pîroz dikin, hêvîdarin karên weha her berdewam bin û hûn jî her serketî bin.
Bisilavên biratiyê.
Mehmûd Lewendî
Stockholm.2000.12.07  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…