Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û 36 Sal Ji Koçkirinê

Konê Reş

  Bi min xweş e ku bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sê gîsin jî bikim. Wek ku diyar e, roja (04.12.2014), 36 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, xweş e ku em di vê rojê de, li hin şîret û pendên wî vegerin.. Min ev gotinên wî, ji rojnameya wî (Stêr), hejmara 3an, sala 1943an, a ku li Beyrûtê bi zimanê Kurdî û Fransî diweşand, girtiye, pêşkêşî we dikim û ez bi xêr û hûn bi selametî.
Konê Reş

 Fermo bixwînin:
Ma ne wilo ye?
  .. Gava qedrê yekî digrî, bîne bîra xwe, ko tu jî mîna wî mirovek î; û xwe di pêşiya wî de zirav me ke. Qedrê mirovên hêja tête girtin; û mirovên hêja, mirovên mezin in; lê ne hewce ye ko emê xwe bikin ebd û xulamê wan. Yê ko canê xwe hêj nedaye welatê xwe, divê dest ji xebata welatê me kişîne…
  Heke tu beg an axayek î; tu çi mirovî; ji halê gundî an koçerên te, tête seh kirin; heke ew têrin; maline paqij de rûdinin, cilên pak li xwe dikin û hinik xwendin û nivîsandinê dizanin, tu mirovekî pir qenc î; heke gundiyên te, an xelkê eşîra te birçîne, belengaz in, xaniyên pîs de rûdinin; nezan in, tu mirovekî pir xerab î, di pêşiya Xwedê û milet de, berpirsiyar î; û bizane ko tu ji dizan kêmtir î; ji ber ko diz, diz e; û hew; lê tu xwe dikî mezin û hema xwîn û goştê welatiyên xwe dixwî û vedixwî; û heke te ji xwe pirsî ez bi kêrî çi têm; tu ê bibînî ko tu bi kêrî tiştekî nayî û di nezaniya xwe de, gora kur û neviyên xwe dikolî; û wê demê divê tu hişyar bibî, tobedar bibî; û bibî xulam û xidmetkarê milet û welatê xwe; yê ko ev çend sal in kal û kalikên te bi xwedî kiriye û îro jî te bi xwedî dike..
  Her wekî tu nezan î, û ji destê te tu xebat nayê, tê bibî perîşan û şerpeze; milet ne guhanên çêlekan e; te ewî dot; lê êdî bes e; divê êdî tu bikêrî vî milet û welatî bê.
Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan

  Belê mîrê min! Wilo ye, gotinên te bi serê xwe rast in.. Hêjî, em ji ber jana ezezîtî û nezaniyê dinal in.. Hêjî, hewcedariya me bi kesên mîna te heye.. Rehma Xwedê li giyanê te be.

Konê Reş, Qamişlo, 04.12.2014   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…