Mîr Dr. Kamîran Bedirxan Lehengê Bêgur

 Konê Reş

  Werin, werin.. Werin em lehengekî din ji lehengên Kurdistanê bibîr bînin.. Werin, em Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bibîr bînin. Yê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên kurdan re geş dibû, bi têkçûnên wan re, dilê wî dihat givaştin..
  Wî Stenbolê destpê kir.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat derxistin.. Digel bav û biran, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê), girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî.. Li Beyrûtê Roja Nû û Stêr belav kirin..

Li Parîsê, di zanîngeha Sorbonê de zimanê kurdî parast.. Li Ewropa, nûneritiya şoreşa Barzaniyê nemir kir.. Di lihevhatina 11ê adara 1970î de, Barzanî jê xwest bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamostayê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê Şingalê de..
  Dawî li Parîsê, di roja 04.12.1978an de, di dûrî û koçberiyê de, wek piraniya ap, bira û pismamên wî, Yezdanê mezin canê wî ber bi banê gerdûnê ve bilindkir û ji xwe re bir..
  Erê werin, werin piştî 36 salan em vî lehengê xwe bibîr bînin..
Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?!
  Di baweriya min de miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, ew milet nexercên jiyanê ne..
Wek ku min got Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978an de li Parîsê koça dawî kiriye û berî mirinê, termê xwe kiribû diyarî ji fakultên bijîşkî re li Parîsê, anku ew bê gore! Rehma Xwedê li wî û tev neferên malbata wî be. Rehma Xwedê li canê tev lehengên Kurdistanê be.

Konê Reş, Qamişlo, 01.12.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…