Careke din Kobanê!

Konê Reş

Kobanê! (Va hatin pêşmergên me..)
Va hêzên tarî bi paş de vedigerin
Kurdistanî ji serok Barzanî re li çepan didin û dilîlînin
Sînor xwe ji ber rêkxistinên me dide alî..
Bi tenê rizgarîkirina te armanca me ye..
Kobanê! 
Sibe ku ez berê xwe bidim oxirê 
Ez ê te bi xwe re di gelek balfirgehan re derbas bikim,
Te ji ber çavê çeteyan veşêrim, 
Bitirsim, te ji min bidizin..!
Tu jî çak, xwe di nav damarên dilê min de veşêre..
Dil mezin e û cih fireh e.
Kobanê! Ez xweş serwextî dîroka te me;
Gelek kerwan di rêkên te re derbas bûne.. 
Lê her Deşta Sirûcê û Çiyayê Qerjdaxê 
wek xwe kurd mane..
Konê Reş, Qamişlo, 29.11.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...