Ronî ELÎ
Rojekê …
Piştî ku dilopên xwînê
Bi lehiyên Baranê re
Têkel bibin
Û di buxçeya zimanên Bê “Lîwan” de
Vir û vût
Ziwa bibin
Wê hîngê
Dikanim kosteka zimanê xwe
Vekim
Da bêjim
Te ez xapandim
Rojekê …
Li bin Sîbera girnijîngên mirinê
Helbesta çavên tê
Di nameyên me de
Wê dîwarê sozan
Bi ser
karwanê bazirganan de
Li ber deriyê Bihişta “Piştxûzan”
Hilweşîne
Lê wê rojê
Nema zengilê xewnên me
Êdî dengvedide
Rojekê …
Piştî ku tlîzok
Li ber Landika Dergûşan
Xewnên min werbêj kin
Û di destên min de
Tîpên omîdan sêwî bimînin
Dibe ku tu zanibî
Çendî bi navê te
Min karwanên hêviyan bi rê dikirin
Lê wê demê
Dibe ku nizanibim
Ka tu Cîhanî an Jiyanî
23-11-2014