«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE … xelek (11)

Deham Ebdulfettah

Bo Çi Nî‏andeka Verêsê “î”Li Herêminan Bikar Nayê !?

Yek ji taybetmendiyên zimanê Kurdî (Kurmancî) yên herî sereke verês (tewang)e  . Bo vê taybetmendiyê jî hin rojhilatnas û zanyarên zimanê Kurdî dibêjin : Zimanê Kurdî (Kurmancî) zimanê veguhztin û verêsê ye .

Di raweya verêsê de ev nî‏andek “î ,ê ,an”digihêjin nav û cînavên berverês  .
“Δ: Digihêje nav û cînavên yekjimar ên nêrza :
– Ez miro dinasim  .
‏agir ev pirtûk xwend  .
          – … . .

“Ê”: Digihêje nav û cînavên yekjimar ên mêza :
– Ez ‏agir dinasim  .
‏agir ev pirtûk xwendiye  .
-……
“An”: Digihêje nav û cînavên komjimar ên her dû
zayendan (nêr û mê) :
-Ez van keç û xortan dinasim
-Wan ‏agirtan pirtûkin xwendine
-………… . .
Di van mînakan de cînavên nî‏andanî digel navên nî‏ankirî ketine raweya verêsê û nî‏eyên verse Peyapey[1] gihi‏tine wan  . Ev ‏êweyê verêsê li gelek herêmên welêt bikar tê . Dema ku cînav bi tena xwe tên dîsan nî‏andekên verêsê li hemû herêman digihêjin wan :
-Ji ‏agirtan ez dinasim .
-Ji nav pirtûkan ez divêm  .
-Ev pirtûkên wan in .
Lê ku nav bi tenê , di pêvajoya hevokan de bikeve raweya verêsê , hingê xebitandina nî‏andekan ji herêminan ta herêminan tê guherîn . Li herêma Behdînan (wek nimûne) her sê nî‏andek digihêjin navên berverês :
-Şagirtî pirtûk xwend  .
-Şagirtê pirtûk xwend .
-Şagirtan pirtûk xwend (yek pirtûk) .
Li pirraniya herêmên dîtir (Efrîn , Qami‏lo , Amed û bakûrê Amedê…) , nî‏andekên “ê , an”bikar tînin , lê nî‏andeka “î”nayê xebitandin :
-Mamoste ev pirtûk xwendiye  .
-Mamosteyê ev pirtûk xwendiye .
-Mamosteyan ev pirtûk xwendiye .
Vêca pirs ev e : Gelo çima nî‏andeka verêsa navê mêzayê yekjimar (ê) û ya komjimar (an) bikar tên  , lê ya nêrzayê yekjimar (î)  bikar nayê ?!
Ma gelo duriste ku ev nî‏andek bikar neyê ?!
Bêguman ‏êwazê rast û resen ew e ku nî‏eya verêsê (î) jî , wekî yên dîtir , bikar bê û bigihêje navên yekjimar ên nêrza:
-Serbes pirtûk xwendiye .
-Ez li hes siwar bûm .
-Helbesta Ehme kê‏saz bû .
Lê bi dîtina min , nexebitandina vê nî‏andekê bi vî ‏êwazê jêrîn , ne ‏a‏iyek bêrê ye :
-Serbest (…) pirtûk xwendiye .
-Ez li hesp (…) siwar bûm .
-Helbesta Ehmed (…) kê‏saz bû .
Raste ev ‏êwazê xebitandinê ne resen e û ne li gora rêzika verêsê ye , lê nayê wê wateyê ku ‏a‏iyeke çewt û nedurist e jî . Em dizanin ku bikaranîna nî‏andekên verêsê dû erkên rêzimanî , bi hev re pêk tînin :
1-    Zayenda navê berverês destnî‏an dike  .
( nêrza , mêza) .
2-    Jimara navê berverês diyar dike .
( yekjimar , komjimar) .
Vêca ku ev her dû erk bi hebûna “î”yê û nebûna wê jî pêk bên , ji xwe nexebitandina wê nî‏andekê nema dimîne ‏a‏î .
Em dizanin ku navên berverês (3) cor in :
– Yekjimarê nêrza bi nî‏ana “î”
– Yekjimarê mêza bi nî‏ana “ê”
– Komjimarên her dû zayendan bi nî‏ana “an” .

Li vê gorê ku dû corên navên berverês bi nî‏andekên verêsê “ê ,an”bên nî‏ankirin , corê sêyem bê nî‏ankirin jî tê nasîn , anku nenî‏ankirina wî bixwe nî‏an e .
– Mînak : Sê hêk li nik me hene . Em ê wan nî‏an bikin . Em ê yekê sor bikin , yekê ‏în bikin û ya sêyem em ê wê bê nî‏an bihêlin , çiku nenî‏ankirina wê bixwe nî‏an e (sipî ye) .
Em dizanin ku ziman berkê‏aneke (nîtaceke) civakî ye , weku her bûnewerekî zindî xwe sivik û ‏ayik dike û xwe li gora gorankariya jîngeha civaka xwe saz dike .
Pa‏guhkirina nî‏andeka verêsa navê nêrzayê yekjimar jî , bi egera wê sivikbûnê pêk hatiye , bêyî ku çi ziyan gihi‏tibe watedariya wî navê sivikbûyî  .
Nimûne :
Raweya Resen               Raweya Sivikbûyî
– Derwê‏î name xwend   Derwê‏ name xwend
– Cotyar genimî diçîne    Cotyar genim diçîne
– Hespî av vexwar                   Hesp av vexwar
– Zîn hespî av dide                   Zîn hesp av dide
– Ferhad go‏tî dikirre     Ferhad go‏t dikirre
– Ferhadî go‏t kirrî                  Ferhad go‏t kirrî

Ev her dû raweyên mînakan jî , li ser asta Kurdistanê bikar tên , bêyî ku çi alozî derbarî xebitandin û nexebitandina nî‏andeka verêsa navê nêrzayê yekjimar derkeve holê  .

ErkûCiyê Berkarên Rasteder

Mebesta min ji têgeha peyva “erkûcî”ew rek û cihê peyvê di pêvajoya hevokê de ye . Ev navlêkirin jî min ji sernivîsa pirtûka mamosta Nûrî Elî Emîn ” Erku‏iwênî RanaweKesiyekan le Axawtin , Kurdî da[2] wergirtiye . Anku “erkûcî”bi wateya gotina Inglîzî “parsing”hatiye xebitandin . Em dizanin ku kar (verb) di zimanê Kurdî de dû cor in :
-Karên nederhingêv (têneper) .
-Karên derhingêv (têper) .
1- Karên nederhingêv ew kar in ên ku berkarên nerasteder naxwazin , anku hevokên wan bi kara û karên wan tenê jî sergihayî dibin , wek :
– Azad hat û çû .
– Em ê jî rawestin  .
2- Karên derhingêv jî ew kar in ên ku bûyerên wan dihingivin [3] berkarên rasteder , anku hevokên wan b .yî berkarên rasteder (rastewxo) sergihayî (temam) nabin  .
Wek :
– Azad gotarê dinivîse
– Min pirtûk xwend
Di van mînakan de erkûciyê van navan “gotar , pirtûk”ew e  , ku bûne berkarên rasteder bo karên derhingêv” dinivîse , xwend”.
Pi‏tî ku me berkarên rasteder dane nasîn , nuha jî em ê cor û celebên wan ji hêla cih û binesaziyê (formê) ve vekolin  .
Ji hêla cihê berkarên rasteder û forma wan ve , berkar bi dû coran tên xebitandin :
a- Berkarê ku bi forma bêjeyekê tenê tê , weku (navekî , cînavekî) . Cihê vî berkarî , di pergala hevokê de , di navbera kara (kirde) û karê wî de ye , anku li pa‏ kara û pê‏ karê derhingêv cih digire  .
Wek :
– Min Serbest dît
– Serbest jî ez dîtim
– Min tu û Serbest û Azad dîtin
– ……
b-Berkar hevokeke watedar , li pey karê xwe yê derhingêv tê xebitandin .
Wek :
– Ez dibihîzim  , Azad naçe dibistanê
– Te got , em karekî nakin ?!
– Kî dizane kî çi dike ?!
– Te dît min çi diyarî Zînê kir ?!
– Tu karî pirtûkê bixwînî ?!
-………

Diyar e ku ev karên mînakên me ” dibihîzim ,got , zane , dît û karî”karinî derhingêv in û wateyên hevokên wan bêyî berkarên rasteder sergihayî nabin . Lê di van mînakan de berkarên van karên derhingêv hevok hatine . Ji hêla wateyê ve jî , van hevokan ‏ûna navinan girtiye , ku erkûciyên wan navan bixwe jî , berkarên rasteder in :
– Ez dibihîzim , Azad naçe dibistanê
[ Ez (neçûna Azêd…) dibihîzim !]
– Te got , em karekî nakin !
[ Te (nekirina karekî) got !]
– Kî zane kî çi dike ?!
[Kî (karî kê) zane ?! ]
–  Te dît min çi diyarî Zînê kir ?!
[Te (diyariya Zînê) dît ?!]
– Tu karî pirtûkê bixwînî ?!
[ Tu (xwendina pirtûkê) karî ?!]
– …… .
– Bi kurtebirrî , berkarên rasteder bi dû ‏êwazan tên xebitandin :
– Bi forma bêjeyekê , yan bêjeyin xweser û li pê‏iya karên xwe yên derhingêv .
– Bi forma hevokeke watedar û li pa‏iya karên xwe yên derhingêv  .

Mînakine ronîker :
– Te çi got ?!
– Ma we bihîstiye kî hatiye bajêr ?!
Erkûcî ( parsing) :
Te : Cînavê kesîn e , karayê[4] karê (got) e .
Çi : Cînavê pirsiyarî ye , berkar ,[5] rasteder e  .
Got : Karê (gotin) di nêzboriya xwerû de ye .
Ma : Alava pirsiyariyê ye  .
We : Cînavê kesîn e , karayê karê (bihîstiye) ye .
Bihîstiye : Karê (bihîstin) di dema boriya sergihayî de ye  .
Kî : Cînavê pirsiyarî ye , karayê kar , (hatiye) ye .
Hatiye : Karê (hatin) di dema boriya sergihayî de ye .
Bajêr : Berkarê nerasteder e , çiku pêrbesta (bo) ji ser hatiye avêtin (kî hatiye bo bajêr)
– Hevoka (kî hatiye bajêr) jî , dibe berkarêkarê derhingêv (bihîstiye) .

[1] – Peyapey : Li pey hev .
[2]– Nûrî Elî Emîn ” Erku‏iwênî Ranawe Kesiyekan le Axawtinî Kurdî da”. Bexda (1986)

[3] – Dihingivin : Digihêjin, derbasî ser dibin .

[4] – Kara : kirde ( )

[5] – Berkar : Bireser ( )

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…