BEHÎNAMEYA CANÊ XELEF

Bi êşên pir dijwar û bi dilên tijî hesret û birîn, em koçkirina Canê Xelef keça çalakvanê siyasî Xelîl xelef  dibihîzin û ji malbata wê re, dayik û bavê wê re û ji hemî dost û heval û ji gelê kurd re sersaxiyê dixwazin.
Canê Xelef, keça çalak û xwendekar û kurdperwer, li elmanyayê, li bajarê Kolnê, , ji nişkê ve derbasî nexweşxaneyê dikin û di rewşeke pir tarî û ne diyar de ku hêjî polîsên elman li sedemên mirina wê digerin û lêkolînê dikin, roja înê, di 21.11.2014ê de, jiyana xwe ji dest da û di kulîlka temenê xwe de, xatirekî bêwext ji me gişan xwest û êşeke mezin li pey xwe hişt.

Canê dixwest pir bi lez xwendina zanistiyên siyasî bi dawî bike û wek ciwaneke kurd beşdarî doz û ragihandina êşa gelê kurd bibe û li welatên ewropayê bibe deng û pişgir û çalakvana pirsa kurdan û bergiriya mafê wî yê neteweyî bike, lê mixabin mirina zorbaz Canê ji ber çavên me revand û li şûna hemî xewnên wê yên mezin êş û azar li pey xwe hiştin.
Bila serê malbatê û serê gelê kurd sax be..
Hevalên malbata Xelef
Rê û resmên sersaxiya Canê Xelef

Roj: Pêncşem 27.11.2014. Kat: 14.00-19.00
            În 28.11.2014.            Kat: 14.00-18.00
Navnîşan:
The Polish Church Hall
88 Fitzwillaim Street
HD2 1BB
Huddersfield.
Telefon:
 Xelîl: 00447834562166
Şêrzad:00447835380851
Enwer: 00447447489686

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…