Gotina komîta rêvebir ya salvegera 18e mîn ya koçkirina M.Şêxo

 Xuşk û birayê hêja
Rewşenbîr û hunermendên kurd
Malbata hunermend M.Şêxo
 Beşdarên delal

 Bi helkeftina sal vegera 18 e mîn ya koçkirina hunermend M. şêxo
bi navê komîta çalakiyên kurdewarî û yekitiya hunermendên kurd li Qamişlo û bi nave komîta rêvebir em sipasya we tevan dikin ku we bersiva vexwedina me da em bi hevre bîranîna sitêreke geş di ezmanê hunera kurdî de sax bikin û ewan tilyên zêrîn yê ku kardikir bo mozîka kurdî bilind bibe û têkeve rêza mozîka cîhanê ya pêşketî û her wiha taybetmendiyke hunermedê me hebû di mozîk û sitrana konevanî de . hedan û westandin jê re ne bû ji despêka jiyana xwe ya hunerî de her dem berjewndiya gelê xwe ya gelemper di ser ya xwe nî kesane re di girt gelek astangî hatine riya wî yên jiyanê û xezaniyê ji hêlekê û dijayetiya malbatê ji hunerê wî re û ger û girtina dest hilatê  jêre . M.Şêxo xwedyê baweriyê hesinî bû ji doz armanca gelê xwe re .
Dibîstaneke sitrana konevanî damezirand ku ta niha lêvegereke û kanîyeke hunermend jê vediwin . Bavê Felek xwedyê jiyaneke kurte û dirêje . kurte bi temenê xwe . û dirêje bi wî hunerê lipê xwe hişt û bûyerên ku bi sere wide hatin .
Û div ê bîranînê de hêvî û bangek min ji hemû hunermendên kurd heye ku dibîstana M.Şêxo bixwînin û bi pêşxin û tembûr û gotina wan mîna tivinga serê çiyê be .
M.Şêxo ji av û rêza kundîtiyê vexwariyê sala 1948 li kundê girbawî ji dayik bûye zarotiya xwe li kundê xecokê bûrandye bi zarotî hînî tembûrê bûye û gelek şahî û govendên kurda sax kirne .
Di sala 1970 de çûye beyrûdê û koma serkewtin bi hunermend S.yûsif û M.ezîz û hinî din ava kirne gelek aheng li wê de li dar xistine . di sala 1973 de berî daye kurdistana  îraqê û di radiyo û televizyona kar kir ye  ta sala 1975 piştî şikenadina şoreşê berî dayê îranê . her weha gelek astengî ji destê asayişên şahinşahiyên dîtiye û di rewşeke abûrî dijwar re der basbûye . di sala 1977 de keçeke kurd bi navê Nesrîn melekî nas dike li dibîstana ku M.Şêxo lê mamostê ola îslamî bû û dibin hevalê jîna hev . heta sala 1981 de li mal û kesên xwe vegerya hate bajarê Qamişlo M.Şêxo bavê 3 zaroka ye / Felek û Îbrahîm û Birûk / lê heyva avdarê dîsan weke gelek caran li me reş bû û di di 9 we de ew sitêr vemirî lê di dilê me tevan de maye geş û vêketî .
Di dawî de ciwan tirîn rêz û silav bo beşdariya we û sed hezar rehmet li cane bavê felek be û ez pişta we li ber bejna wî ya bilind xûz dikim û li ber gora wî pozê xwe di axê de di dim .
Sipas ji guhdariya we re .

7/3/2007
Bavê helbest
   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Îro 19.10.2025 Mihrecana

helbesta Kurdî li bajarê Essen li

Almaniye ku herdû saziyên me YNRKS û HRRK pê rabûn bi rêk û pêk hat li dar xistin.

Bêguman ew rêkupêkî û ew rêxistinkirina we dît encama xebata herî kêm ya mehekê ji kar û ked û westandina…

MISLIM ŞÊX HESEN -KOBANÎ

Eger hûn dîroka gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi baldarî lêkolîn bikin, diyar dibe ku gelek bûyerên girîng qewimîne. Ew serwerên bê guman ên şaristaniyên kevnar ên cîhanê bûn, û di wan serdeman de roleke diyarker lîstin, tevî ku rastî êrîşên tund ên ji aliyê dewletên cîran û…

Kara Wezîrê Êşo

Di malpera pressin.ifo da gotarek bi sernivîsa “Em ne kurdên Sovyetê ne, em kurdên Qefqasyayê ne!” ( https://pressin.info/kurdi/2034 ) hatibû weşandin, a ku li ser daxwîyanîyên Hejarê Şamil hatibû nivîsîn, ango ew vegotina daxwîyanîyên wî ne…

Meriv dixwîne û matma dibe!

Helbet, wek ku dibêjin, di cîhanê da…

Fewaz Ebdê

Li Kazaxistanê

Li gundekî bi siya Stalîn tozgirtî

Bi çavin bêbawerî

û bi devekî vekirî

mîna şikefteke efsûnî

ji nav rûpelên dîrokê reviyabe

bîrdankek ji bin berfê rabû

û xwe avêt himêza çîroka mim.

<p...