Xoybûn


Şahoz Haco

Kelecanek awirvedanek oxirek bilez.
Li ser sînorên tixûbekî kevnar.
Li ser xaka deşteke berferih
Li oda mêrxasekî kurd
Li cem mîr ê Beraziyan
Di bin çar sitûnên odê de
Yek beryar hebû
Yek bawerî
Yek hêvî
Xoybûn

Li wê deştê, du mêrxasan
Bihevre…
Sûndek xwarin û sozek dan
Yek Mustafa Beg
Yên din apê Osman
Bihevre…
Yek peyman
Yek doz
Xoybûn

Mîr ê Beraziyan
Bi mîr ê Botan re, di bin sîwana welat de
Al hildan
xoybûn

Mîr ê Hawar û Ronahî
Mîr ê dengvedana peyvan
Mîr ê ku bi pênûsa xwe hûnandin tîpên Kurdan
Mîr Celadet Bedirxan
Soza xweyîbûnê da ye
Xoybûn

Li her çargoşeyan
Yek mûme
Yek ronî
Yek şewq
Veda ye
xoybûn

Nanê devê hejara ye
Kopalê destê kala ye
Xak û niştiman e
Rondikên cavên dayika ye
Xoybûn

Li deşta Beraziyan
Li oda mîr beryarek hebû
Bilûra azadiyê serûd dixwendin
Xoybûn

Dengê tifinga Ihsan Nûrî gihişt wan
Apo û Mustafa
Dîlana çiyê bi hevre girtin
Dîlana hêviyan bi hevre nû kirin
Dîlana Agirî
Geş kirin
Xoybûn

Dîlana Agirî ji deşta Berazan
Heta serê kaniya Xelîl ê Ibrahîm Paşa
Vegirtibû
Xoybûn

Sema û govend dikirin
Çek û rextên xwe girêdidan
Xelîl bi tifinga xwe bawer bû
Xoybûn

Qedrî Cemîl Paşa
Dikir gazî
Bang dikir mekin girî
Xwîn diherika li Agirî
Xwîn diherika li Kurdistan
Xoybûn

Li Tirbespiyê Haco û mîrê Botan
Çûn çiyayên Bagokê
Qeraqolên dijminan kirin dûman
Hawar dikirin li kurdan
Tevda rabin wek biran
Wa dîsa li me şer e
Wa dîsa li me bû ferman
Xoybûn

Resûl Axa bi Haco re hevpeyman bû
Bagok û Cizîra botan li hev civiya bû
Hawara, banga û gazîya
Ji bo kurdana
Xoybûn

Sala 1930 î
 Ji deşta Berazan
Ta Bagokê
Ji Botan ta Kobanê
Ji Serê kaniyê ta Agirî
Digotin
Rabin bi hevre weke biran
Rabin weke şêran
Belê wan wisa digot
Xoybûn

Wan mêrxasan kulên xwe palandin
Û bê deng man
Li benda keskesorê dîl man
Xwenên xwe bi xwe re birin gorê
Xoybûn

Demek dihat û demek diçû
Li mêrxasan zîvirî felek
Li wan geriya dem dewran
Kêlên goran
Xemgîn dibûn
Xoybûn

Latên zinaran
Şahidin ji dengê bilûrê re
Bilûra deng melûl
Bilûra azadiyê
Xoybûn

Lawên dêlegura biserketin
Neviyên Holako û Cengîzxan
Birca belek hêrivandin
Li şûna şêran dîsa roviyan kire gêre
Xoybûn

Lê wa ye dîsa
Gelê Kurdê pehlewan
Xortên çeleng û hinerbaz
Dengê bilûrê geş dikin
Wa ye dîsa deşta kevnar di qîre
Xoybûn

Hawaran dîsa nû dike
Gazî dike gora apê Osman
Gazî dike ala Îhsan
Gazî dike şûnewaran
Xoybûn

Wa ye dîsa şoreş li dare
Xwenên mîr ji nû ve zîl didin
Stêrkên xweyîbûnê ji nû ve reng didin
Di çirisin dibin minare
Xoybûn

Tîrêjên stêrkan di dilê xotan de ronî dibe
Deşta Beraziyan li mîrê xwe vedigere
Cîhan dibêje, ev xaka han bi biyaniyan ava nabe
Xoybûn

Wa ye dîsa xort devê tifingan gerim dikin
Wa ye dîsa şalûl li ser kêlên nemiran dixwînin
Wa ye dîsa cîhan mêrxasan nas dike
Xoybûn

Biharek nû
Newrozek nû
Wa ye dîsa bûka me bi xemla kerasê xwe
Şa dibe
Bejna xwe dîsa bilind dike
Keziyên xwe şe dike
Pir ciwan e pir kobar e
Xoybûn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…