Xewnên çêrandî

Leyla Sadûn – Dêrik

Eve şoreşa sûriyê di sala xwe ya çaran de ye.Dema buhara Erebî destpê kir û bayê wê buharê li gelek welatên Ereban dan û di nav wan de welatê Sûriyê jî, çirûska şoreşa gelê Sûriyê ji parêzgeha Der`a pêket û seranserî welêt vegirt.
 Gelê kurd di pêşî de şoreş himbêz kir û xwe ne dît tenê parçek ji şoreşê, lê belê xwe wek xwediyê şoreşê da nas kirin, û bi erk û berpirsyariya xwe rabû, gurbûn û berdewamî dayê de û serkêşiya wê jî kir.
Keç û xortên kurdan bi dil germî û mêranî li qad û meydanan dengê xwe di rûyê sitem û zordariyê de bilind kirin û daxwaza azadî,wekhevî,mafê gelê kurd û hilweşandina rêjîma Ba`as kirin. nîşanên kêfxweşî û serkeftinê di rûyê wan de katedan, ji ber ticarî bawer nedikirin ku guhertinên wisa mezin û balkêş li Sûriyê rûbidin, gelê kurd û Ereb bi hev re daxwaza hilweşandina rêjîma Ba`asa xwînmij bikin, bi wan rûdanên bingehîn re, derfetin zêrîn li pêşiya gelê kurd peyda bûn û dergehin mezin  vebûn, pêre jî hêviyên serkeftin û pêkanîna mafê gelê kurd  geş û mezin dibûn, bizav û daxwaz dihatin kirin ku yekrêziya kurdan û paqijkirina navmala kurdî ji nakokî û hevrikiyan. Di vê derbarê de gelek kar ji aliyê dost,xêrxwaz û birayên kurdan ve hatin kirin ji bo yekrêzkirin û hevgirtina kurdan, di vî warî de rêkeftina Hewlêrê a ku di bin çavdêriya serok Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistan  de hat morkirin, bo cihê kîfxweşî û omîda gelê kurd û di bin sêwana wê de mezintirîn xwepêşandan li bajarên kurdî derketin û xelkê bawerî pê anî, lê alîyekî kurdî pêgirî bi xalên wê rêkeftinê nekir û gelek xewnên kurdan  beravêtî kirin û rûyê şoreşê li deverên kurdî guhertin û deryê hevrikiyê bi kurdan re vekirin.
Mixabin me nedizanî û me bawer nedikir ku berê me bira bikevê hev û em ji dila bibin yek em bûn neyar, bira astengiya ji birê re çêbike û di rûyê wî de rabe , ji dila em bibin yek, em bûn qet û qet, ji ber vê yekê heta niha em neghane ti encamên berketî û gemiya kurdan di metirsînê de ye, me kurdan rêya mafê xwe wendakirye û em bûne lehîstok di destê dijmin de,  ji ber vê yekê miletê me ji rewşa ne aram, ji tirsa û birçîbûnê tevî bazda, bûn penaber li welatê xerîbîyê û ji ber wan seyasetan ev welat ji xortan vele bû ,û ew hêlan ji xerîb û Ereban re, îro Ereb ji berê bêhtir li deverên kurdî dirûnin, û bi keyfa xwe xêr û xweşiyên kurdan dixwin û vedixwin, bi van gavan  xewin û hêviyên kurdan hatin çêrandin .  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…