Hêvî û pêşniyarên min ji Kongreyê Neteweyî, Ala Kurdistanê di nav Alên Netewên Yekbûyî de li Newyorkê bilind bikin

Konê Reş

Di baweriya min de, di van rojên dîrokî de pêkanîna Kongreyê Neteweyî gavek dîrokî û xewneke kurdî ye. Pêkanîna wek vî Kongreyê me li berî 350 salî vedigerîne, li banga bavê netewa Kurdî şêx Ehmedê Xanî: (1651-1707), dizîvirîne ewê ku gotiye:
Ez mame di hikmeta Xwedê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat…

Û hêviyên min ji vî Kongreyê ku Kurdistanî karibin, bi dilekî fireh, di bin sîberekê de li hev û din kom bibin; kul, êş û derdên welat û welatiyên xwe giftûgo û çareser bikin.. Bi kêmayî di vî kongerî de, berjewendiyên Kud û Kurdistanê di ser berjewendiyên xwe yên kesayetî û rêxistinî re bigrin.. Da ku di encam de karibin Ala Kurdistanê di nav Alên Netewên Yekbûyî de li Newyorkê bilind bikin.

Eger berî sed salî, Kurdistaniyan karîbû komela (Hêvî 1913) a xwendekaranên kurd û (Komela Tealî Kurdistan 1918), li Stenbolê damezirînin û ew bûn yên ku di civîna duyem de ji komela Tealî Kurdistan a ku di sala 1919an de, di bin serokatiya Mîr Emîn Alî Bedixan de, karîbûn rengên ala Kurdistanê bibjêrin û bi hev û din bidin qebûlkirin. Ev ala ku roja îro li asmanê Kurdistana Azad bilind xuya dike.
Îro roj, em ji kesên ku doza girêdana vî Kongreyî dikin ku karibin ala Kurdistanê di nav alên Netewên Yekbûyî de li Newyorkê bilind bikin.. Û da ku ev yek pêk were, pêwîste cihê rewşenbîr û zanayên kurdan di vê Kongreyê Neteweyî de ber fireh be..
  Wek ku diyare, gelek rewşenbîr û zanayên me yên xwedî dîrok di warê kurdewariyê de, di sirgunê de jiyana xwe derbas dikin û her yek ji wan hêjaye ku serokatiya dewletekê bike.. Pêwîste weke van kesan neyên jibîr kirin wek nimûne: Dr. Kendal Nezan, Şahîn Bekir Siwêreklî, Malmisanij, Nadir Nadirof, Rohat Alakom, Bêrîvan Doskî, Dr. Fewaz Hisên.. Wek van kesan têra xwe zane, şareze û bi zimanê biyaniyan dizanin.. û her wiha ew maldarên kurdan yên ku li Ewropa bûne xwedî cih û war, sûdeyek mezin ji wan jî heye..
Sebaretî beşdarên Kongreyê Neteweyî, di baweriya min de gerek li firêzeya her yekî bê mêzandin; kî ye? Dîroka wî/wê a kurdewarî çilo û çawa ye?
Ji rexekî din ve, xwezî Kongreyê Neteweyî li dor zimanê Kurdî kêlîkekê raweste.. Wek ku diyar e her netewek bi zimanê xwe tê naskirin û roja îro du şêwezarên Kurdî yên sereke di seranserî Kurdistanê de bikar tên (Kurmancî û Soranî), her wiha du alfabe jî berdestin (Erebî û Latînî), Kurmanîaxêf bi tîpên latînî û Soranîaxêf bi tîpên erebî dinivîsin. Bêguman her du şêwezar jî ji zimanê Kurdî re bûne standard.. Tevî ku ez geşbîn im wê di pêşerojê de zimanê Kurdî bi alfabeya latînî li seranserî Kurdistanê belav bibe, lê xwezî ev yek jî neyê jibîr kirin..
Dawî dibêjim, xwezî wek vî Kongreyê Neteweyî berî 20 salan 30 salî hatiba li darxistin.. Belê, em tev rewşa welat û welatiyên xwe nas dikin.. Helbet gelekî zor bû..
Ez wek nivîskarekî Kurd ji dil û can serketinê ji bo vî Kongreyê Neteweyî hêvî dikim.

Konê Reş
Qamişlo, 04.11.2014

Not: Komela Tealî Kurdistan ji kesayetiyên her çar perçeyên Kurdistanê pêk dihat; serokê wê şêx Abdulqadirê Nehrî, wek nûnerê Kurdistana Rojhilat bû, cîgirê serok mîr Emîn Alî Bedirxan, wek nûnerê Kurdistana bakur bû û ew xwediyê qenciyê ye ku wî rengên ala Kurdistanê daniye û malbata Baban wek nûnerên Kurdistana başûr bûn jixwe kurdên sûriyê wê hingê bi ser Kurdistana bakur vebûn..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...