Şehîdbûna Kemal Ehmed Derwêş û Şêxmûs Yûsiv Şêxmûs

Di roja 3.11.1996an de şandek ji Hevbendiya Demokrat a Kurd li Sûriyê çû bajarê Hisiçe, da bi serokê Komîta Be`es, şaxê parêzgeha Cizîrê re hevdîtin û guftûgoyan bike, derbarî hin mijar û bûyerên ko di parêzgehê de dibin, da ko bêne çareser kirin.
Babetên guftûgoyan ev bûn:
1-Serjimara sala 1962an, da ko nasname û welatiya wan kurdên ko bûbûn biyaniyên parêzgeha Hisiça, li wan bên vegerandin.
2- Ew zevîyên ko cotkarên kurd li gundên xwe ji keviran paqij kiribûn, pêwîst e ji wan re bimînin û nema doza kobarkirinê li wan bê kirin.

Şandek ji şeş berpirsiyarên partiyên kurdan pêk hatibû ko advokat Kemal Ehmed Derwêş serokê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê -El Partî- û mamoste Şêxmûs Yûsiv Şêxmûs endamê Mekteba Siyasiya Partiya Çep li Sûriyê ji şandekê bûn.
Dema gihîştin Hesiça şandeka kurdî doza hevdîtina serokê Komîta Be`es kir. Lê bi behana hin karên wî yên giring, ew hevdîtin du katjimêran bi paş de xistin. Li gor wê sozê jî careke din soza xwe nebirin serî û bi vî awayî soza hevdîtinê çend carên dîtir jî bi paş de xistin ta ko bû ber êvarî. Êdî her kesî bawer kir ko ew naxwaze bi wan re hevdîtinê bike û li daxwazên wan guhdarî bike. Endamên şandekê ji hevdîtinê bêhêvî bûn û biryara vegerê dan.
Li vegerê, vegera bêqudoş, Kemal û Şêxmûs bi otomobîla Kemal vegeriyan Qamişloyê. Li xaçerêka Qamişlo, Amûdê û Hisiça, kamyoneke barkirî da ser otomobîla wan û pakrewanên her du nemiran çûn ber dilovaniya Xwedê.
Roja duwemîn ji bûyera bêbext, cenazeyê herdu pakrewanan di kolan û cadeyên bajarê Qamişlo re ber bi goristana Qudûr Beg ve birin, bi hezaran kurdên welatperwer yên dilbiêş û xemgîr beşdarî vê meşê bûn.
Di pey veşartinê re û li ser goristanê gelek gotin û gotar ji aliyê partiyên kurdan û malbatên her du şehîdan ve hatin xwendin û xatirê dawî ji wan hate xwestin û her kes vegeriya mala xwe.
Di serxeweşiyê de du kon hatin vegirtin û kurdan di binê wan de serxweşiya hev û du dikirin. Min jî di deftera serxweşiya Kemal de ev çend rêzên han reş kirin:
 
Serxweşiya Kemal Ehmed Derwêş
 
Karwanê şehîdan bi jor ve diçe, ber bi rojê ve diçe, çiqas diçe bi hêztir dibe û… Diçe…Diçe… Diçe.
Di roja îro de birayekî pir hêja, şehîdê miletê kurd Kemal Ehmed Derwêş bavê Xalid, ketiye nêv vî karwanî da bi xwîna xwe riwê rojê bi rengekî sor rengereng bike.
Bi dilekî şikestî ez li hember şehîdbûna vî hevalî radiwestim û ji Yezdanê mezin hêvî dikim ko vî pakrewanî bi rehmeta xwe şa bike û di buhiştê de bi şehîdên Kurd û Kurdistanê re cîwar bike.
Serxweşiya kes û kar û hevalên wî dixwazim, hêvîdar im ko koçkirina wî bibe dawiya kul û êşan.
 
     Samî Ehmed Namî
                                      Qamişlo 5.11.1996
 
Di serxweşiya Şêxmûs de min ev çend rêzên han di deftera serxweşiya wî de reş kirin.
 
Serxweşiya Şêxmûs Yûsiv Şêxmûs
 
Bi dilekî şikestî û tijî kovan, ez çûna şehîdê miletê kurd Şêxmûs Yûsif Şêxmûs bavê Serdar di bîra xwe tînim. Hêviya min ji Yezdanê pak û dilovan ko wî bi buhişta xwe şa bike û sebir û aramiyê ji kes û kar, malbat û hevalên wî re dixwazim.
De bila koçkirina vî pakrewanî bibe tîrejek ronahî ji miletê me yî kurd re û rêça hevalên wî ronîtir bike.
Hêviya me ji Xwedayê gewre heye ko koçkirina wî bibe dawiya êşên miletê me yî kurd.
 
   Samî Ehmed Namî
                                 Qamişlo 5.11.1996

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…