Bi amedebûna pazdeh nivîskaran û şanda desteya rêvebir ya Yekîtiya Nivîskarên kurd-sûriya , îro şaxê Yekîtiya Nivîskarên kurd-Sûriya li Herêma Kurdistanê hat damezirandin.
Piştî hevneşîneke berfireh li ser rewşa Yekîtiya Nivîskaran û pêwîstiya hebûna şaxê Yekîtiya Nivîskarên Kurd –Sûriya li Herêma Kurdistanê û piştî bersivdanên şanda desteya rêvebir û mamoste Ferman Bonciq yê ku endamê serokatiya kongirê bingehîn bû, li ser pirsên amadeyan di derbarê paşxistina kongirê yekemîn û hilanîna rûmeta endametiyê ji ser Dilawerê Zengî û Mihemed Şêxo, şaxê Yekîtiya Nivîskaran hate damezirandin.

Di dawiyê de desteya rêvebir ya şaxî ji van endaman hat avakirin :
1-Mamoste Evîn Şikakî serokê şaxî.
2-Mamoste Hozan Dêrşewî cîgirê serokî.
3-Mamoste Asya Xelîl razgir.
4-Mamoste Ibrahîm Ebdê berpirsiyarê darayî.
5-Mamoste Sîpan Xelîl berpirsyarê ragihandinê.
Hewlêr: 1-11-2014