cigerxwîn

kasî yûsiv

 di roja  bîr anîna koçkirina  seydayê  helbesta kurdî  cegerxwîn,her kes dirajê  pênûsê  û hewl didê ku tiştekî li ser jiyana vî  mirovê  bi nav û deng binîvisênê.
ez dimînim dudil ka ezê çi  binîvisênim ku hinkofî  bejna wî be,ew bejna ku aso têra wê ne kirin lewma giha bilindayiya sitêrên her û  her diçirisin.
ciger xwîn temenê xwe di ber bêjeya kurdî de xerç kir,û xwe bexşî  wêje û  toreya kurdî  kir,xwe bê beramber kiribû  dergevanê hevokan û  nerdewana di bin fermana  wêneyan,mîna  şervanekî di cengêde ew her tim hişyarbû  di nobeya  xwede.

di demekêde  ew hate jiyanê , milletê kurd pur şerpeze û hejar û pejmurde bû,di dema  hilweşana mîrîtiyên kurdande,ew dema pur hestiyar , di dîroka rojhilata navîn  bi giştî,û ya kurdistanê  bi taybet
ji ber ku di wê demê de hêjta kurdistan du perçebû  parçek  di bin destê osmaniyande  û  parçeyê dî di bin destê  sefewiyan yên êranîdebû , cenga cihanê ya yekem û  ya duwem herdû  dîtin di dema  nûbihara temenê xwede,bavê wî û  dayika wîjî  di wê  demê de  diçin dilovaniya xwedê,dema erdhejênên  ciyopolitîkîbû,dema nexşe dana nûbû  ji cihana rojhilat a navînre,û ji cîhanê bi tevayîrejî  pêpelûkeke nûbû,di hilkişyana murovatiyî  ber bi rewşeke bin poşde.
hevçerxê pymana  lozan û sîver , û ya  saykis pikobû.
şoreşên kurdistanê ya şêx s,id  di 1925, ya herî xwedî dengvedaneke mezin di kurdistana bakurde, ku encamên wê pur ne xweş hatin,û dilê hemî kurdan di wêdemêde û hetanî iro şikest bi şikestina wê, û retara dî ya giring;şoreşa kurdistana iraqê bû bi rêveberiya  melle mistefa yê berzanî ewjî pur akama wê hebû li ser şop û ajotina wî.
reftara  li sovyata  berê pur bala wî dikşand , û hêviyên xwe li ser girêdidan; ew tevgera bi navê markis û linin, bûbû  nimûneya  xwe rizgarkirinê, jibo cigerxwin di demekêde.

Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere.
Em bûn çêra hirç û gura
Bûn alifê ga û kera
Heval bibin tev Markisî
Bawer mebin bi hîç kesî
Bi pêşde gernas û şiyar
êriş  bikin sênca neyar
Hela were, hela were !
Ji bo te bêjim eşkere.
Win kom bikin zêr û pera
cigerxwîn,ev mirovê  ku qedera wî  ew  avêtibû  wê demê di wan merc û  egerên nûde ewî mîna  geyakî  nû  şîn bibe hatibû jiyanê.
di civaka kurdî de  dibistan hebûn belkî  berî  çend sed salekî ji ji dema  hatina cigerxwin, li cizîra botan , dibistan hebûn, lê  bi nav dibistanbûn , ew bixwe peymangehbûn, têde hemî  waneyên tîkel dihatin bexişkirin bo suxteyan, ji nifşên ayinî , û  matmatîkî, û sitêr nasînî, û  wêjeyî, û  felsefî, û dîrokî.
lê mixabin di dema  cigerxwinde ew peymangeh mîna xewnên kurdan  hatibûn kilîtkirin.
EY FELEK

Ey felek, ka ew sera û
Birc û qûnaxê dimin ?
Ka rez û bostan û dar û
Kanî ew baxê dimin ?
Çîçek û nêrgiz heriştin
Tev ji bîna sor – gulan
Surperî nayên semayê
Kanî qozaxê dimin ?
Qeb-qeb û dengê kewan
Nayên li ser lat û çiyan
Kûre – kûre rengê bûman
Nalêya zaxê dimin
Ser bi zêr û çox bi surme
Dest li ber, rû nale – nal
Dê bi kê xweş bin di dilde
Ev key û daxê dimin ?
Bilbilê malik xerab
Herdem bi hewar û girî
Xweş li ser sorgul dinalîn
Bûne ortaxê dimin
Qumriyan sed rengê awaz
Wan ji derdê nêrgîzan
Bûm li ser kox û kelat û
Qesr û çardaxê dimin
lê  korsên waneyan ne hatibûn hilqetandin, vêce hicrik hebûn, hicrikjî navê wî cihê têde  mellayan waneyên olî , herwiha yên rêzimanê kurdî , di wan de didan zarokan, û heryekî serkeftin bi desxistibana, bawer name distand(icaze)jêre dihate gotin, ji aliyê şêx yanjî  ji aliyê mellayekî xwedî behreke mezin di zanyariya oli û rêzimanî de, di her şar zimanan de,kurdî ,erebû,tirkû,farisû,ji ber ku her  mellayekî  kurd bi van her çar zimanan zanîbû.
lê cigerxwîn di cirîda  hestên welat parêziyêde dabû pêşiya hemû rikber  û himber wan li pilleya yekê derketibû,di bîr û baweriyên xwede pur şehrezabû.
evî  helbestvanî  di wê demêde mîna hemî pêxemberan,hizr bi wê yekê dikir ku xelkên din piştî dihên salan nû tê bighin bê ka ewî  çi got, û çi divaya wîbû ji wan gotinan,
ger hûn nebin yek..hûnê herin yek bi yek.

hewar dikim ranabî kes
şêx û mela û pîr û qes
bi xaç û xişt û mizgeft û dêr
 em xistine tora neyêr
hewar hewar hewar hewar
van kûçikan dexlê me xwar
 
  sed camî û dêr û kenişt
naqos û bang ûtîr û xişt
sed lek ji tîpên lem terew
bi  kêr me nayên tev derew
hijmara  dîwan û  pirtûkên cigerxwîn  pir bûn,lê li gorî  wê purbûnê wilo bi wate ,û mufa û dagirtî pend û şîret bûn, ji bilî heft dîwanên wî ferheng û rêziman û dîroka kurdistanjî nîvisandine
cigerxwîn pirojeya netewa kurdbû li ser du piyan di geriya, pêxemberekî çerxê bîsta bû, genceke lebaleb ji nêrîn, wêne, bêje, agedariya felsefî û dîrokî bû.
Keko ziman dirêjim
Mexeyde ez çi bêjim
Ez xêrxwaz û dilovan
Bê toz û be Qerêjim.
22/10/2014
bazil swîsra

em xistine tora neyêrhewar hewar hewar hewarvan kûçikan dexlê me xwar sed camî û dêr û keniştnaqos û bang ûtîr û xiştsed lek ji tîpên lem terewbi  kêr me nayên tev derewhijmara  dîwan û  pirtûkên cigerxwîn  pir bûn,lê li gorî  wê purbûnê wilo bi wate ,û mufa û dagirtî pend û şîret bûn, ji bilî heft dîwanên wî ferheng û rêziman û dîroka kurdistanjî nîvisandinecigerxwîn pirojeya netewa kurdbû li ser du piyan di geriya, pêxemberekî çerxê bîsta bû, genceke lebaleb ji nêrîn, wêne, bêje, agedariya felsefî û dîrokî bû.Keko ziman dirêjimMexeyde ez çi bêjimEz xêrxwaz û dilovanBê toz û be Qerêjim.22/10/2014bazil swîsra

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…